Yolerî: Wê ev rêgeza teklîfê hêzê bide desthilatdariyê 2018-07-20 17:06:24   STENBOL – Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî sererastkirina OHAL’ê got: “Wê ev rêgeza teklîfê OHAL’ê asayî bike û dê desthilatdarî ji vê yekê hêza bêkontrol temîn bike.”    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî OHAL’ê ya piştî du salan hat rakirin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Seroka Şaxê Gulseren Yolerî axivî.    ‘BI OHAL’Ê RE BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE BÛ’    Yolerî anî ziman ku OHAL ranebûye û bi vê teklîfa sererastkirna nû mayînde bûye û got: “Bi serdema OHAL’ê re binêpkirina mafan gelek zêde bûn. Di çileya 2017’an de 20 serlêdana binpêkirina mafan hatiye kirin. Di çileya 2018’an de ev serlêdan derketiye 97’an. Bi dirêjkirina OHAL’ê re îşkence, girtin û binçavkirn zêde bûn. Rêbazên pêkanîna wan di qanûnên di makezagonê de jî qedexe ne xistine meriyetê.”    ‘HER TIŞT QEWIMÎ’    Yolerî bibîr xist ku di serdema OHAL’ê de 15 parlamenter hatine girtin û wiha dewam kir: “Di der barê 446 hezar kesî de karê edlî hat kirin. Qeyûm tayînî ser 99 şredariyan hat kirin û hevşaredar hatin girtin. 174 sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. 7 grev hatin qedexekirin. Di cîneyeta kar, kuştina jinan û îstîsmara li dijî zarokan de zêdebûn çêbû. Krîza aborî kûr bû û feqirî jî zêde bû.”    Yolerî destnîşan kir ku dê ev telîfa sererastkirina rêgezên OHAL’ê îşkenceyê zêde bike, azadî û mafe kes tehdît bike û xwest ku demil dest vê teklîfa sererastkirina OHAL’ê paş de bê vekişandin.