‘Em ê pêşiya berpirsyaran bernedin’ 2018-07-20 16:19:50   WAN/COLEMÊRG – Li Wan û navçeya Geverê 33 caiwanên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest hatin bibîranîn.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ciwanên sosyalîst ên dixwestin pêlîstokan ji bo zarokên Kobanê bibin di encama xwekujê endamê DAIŞ’ê de 33 ciwan hatin kuştin. Di 3’yemîn salvegera komkujiyê de 33 ciwan li Wan û Colemêrgê hatin bibîranîn. Li Wanê Platfroma Şaxan a KESK’ê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyaniya çapemeniyê da û ciwanan bibîr anî.    Endamên KESK’ê ji avahiya sendîkayê heta Parqa Feqiyê Teyran meş li dar xistin. Piştî meşe Hevserokê Şaxa SES’ê ya Wanê Sezer Orenç daxuyanî da û got: “Piştî komkujiya Pirsûsê, komkujiyan dewam kir. 3 sal derbas bû hêj wek mîsqaleyî zere berpirsyarek nehatiye dîtin. Yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî bêdeng man ew jî qatil in. Berpirsyar diyar in. Lê dernaxin holê. Liv ir carek din em dibêjin em ê pêşiya kujeran bernedin. Em ciwanên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.”    LI GEVERÊ BÎRANÎN    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî malbata mamosteyê waneya îngîlîzî Suleyman Aksu jî li ser gorê wî bibîr anîn. Gora Aksu ya heta niha 5 caran rastî rûxandinê hatiye bi gul û kulîlkan hat xemilandin û duayan xwendin. Dayika Aksu, Kudret Aksu li ser gora kurê xwe lorand û li dijî rûxandina goristanê nerazîbûn nîşan da. Dayik Aksu got ew silavên xwe ji hemû kesên li gelek deverên cuda bernameyên bîranînê li dar dixin re dişîne.