Bavê keça xwe li Pirsûsê winda kir: Gelo wijdana we rehete? 2018-07-20 16:11:12   RIHA - Li Pirsûsê, 33 ciwanên li cihê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Bavê Hatîce Ezgî ya di komkujiyê de hat kuştin Alî Sadet, xîtabê polîsên piştî komkujiyê bombeyên gazê avêtin kir û got: “Bêguman bav û dayîkên wan jî hene. Ez tenê dixwazim ji wan pirs bikim. Gelo wijdanê we rehete?”   Li navçeya Pirsûsa Rihayê, bi boneya 3’yemîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de, 33 kesên li cihê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Di serî de Stenbol, ji gelek navend û bajaran malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û kesên di bûyerê de birîndar bûn hatin Pirsûsê û beşdarî bîranînê bûn. Bi fermandariya Walitiya Riha re ketin û derketina naveçê hat astengkirin, polîs û gelek polîsên sivîl derdora Navenda Çanda Amara girtin dorpêçê. Malbatên gehiştin Pirsûsê û kesên xwestin beşdarî bîranînê bibin, destpê kê rastî astengiyan polîsan hatin û polîsan ji wan re gotin “Qedexeye.” Polîsan dûre kontrola GBT’ê kirin û hişt ku welatî bikevin navçeyê.    Parlamenterên HDP’a Riha Omer Ocalan, Nusrettîn Maçîn, Parlamenterê Îzmîrê Murat Çepnî, Endama  Dîvana Hevseroka KCD’ê Ruken Kiliç, rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyê, Dayîkên Aştiyê yên Riha, malbat û gaziyên Pirsûsê tevlî bîranînê bûn. Komek li ber Navenda Çanda Amara ya komkujî lê pêk hat, kom bûn. Komê bîranîn pek anîn û qûrnefîl danîn cihê bûyerê. Parlamenterê HDP’a Îzmîrê Murat Çepnî di bîranînê de axivî û wiha got: “Li vê derê berî 3 salan, komkujiyek hovane pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekê hovane 33 ciwanên me li vê derê qetil kirin. Êşa me mîna wê roje tezeye û ewqas jî mezine. Weke me roja destpêkê jî gotî, em jî rojî dubare dikin. Ji bo em hesab ji qatilan bipirsin em ê tim bêjin “Ji bo Pirsûsê edale, ji hemû kesan re edalet.’ Zarokên em di encama xemsariyek gelek mezin de hatin qetilkirin. Heya qatilên rast derbikevin holê, em ê hesap bipirsin.”   Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî, diyar kir ku ewê tim têkoşîna xwe berdewam bikin.   'HÊVÎ LI SER PIYA YE’   Endamê MYK’a SGDF Denîz Bahçecî jî, diyar kir ku ewê bibin baweriya Polen, Ezgî, Cebo, Keke û têkoşîna xwe berdewam bikin.  Bahçeçî, anî ziman ku veya hêvî li ser piya ye.   ‘SÖZ OLSUN’   Koordînasyona Navenda Jinên Ciwan ên Azad Helîn Yilmaz jî, axivî û wiha got: “Em ji vir cardin soz didin wan. Tu carî dê xeyalên wan di nivî de nemîne. Li ser şopa wan emê ber bi serkeftinê bimeşin.”  Endamê MYK ESP’ê Suuat Çorlu jî, da zanîn ku kesên 33 hevalên me qetil kirin, piştî 3 meh şûn de li Enqerê jî 109 hevalên me qetil kirin. Ev 3 salin têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.”    ÇÛN SER GORAN    Piştî bîranînê girse çû ser gorên Osman Çîçek û Kasim Deprem ên li Pirsûsê. Bavê Hatîce Ezgî, Alî Sadet li ser gora keça xwe axivî û wiha bilêv kir: “Berî 3 salan keça min a 20 salî li vê derê hat qetilkirin. Gava keça min û mirovên mîna keça min li ber dîwaran bi birîndarî li benda destê alîkariyê bûn, hezên ewlekariyê yên bombeyên gazê avêtin, gule raşandin û kesên fermam vê yekê dan, gelo wijdana wan rehete? Dema keça min a 20 salî li wê derê li benda mirinê bû, ew kes bi awayekê wijdanê dikarin li zarokên xwe mêze bikin. Gelo, dema dirazin çi difikirin. Bêguman bav û dayîkên wan jî hene. Ez tenê dixwazim ji wan pirs bikim. Gelo wijdanê we rehete?"   Piştî axaftinê girseyê qûrnefîl danîn ser goran û ji goristanê veqetiyan.