‘Lêpirsîna Tahîr Elçî digihîje kuderê? 2018-07-20 15:27:02   AMED - Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati ji Wezareta Karê Hundir û Wezareta Dadê pirsî û got: "Gelo lêpirsîna Tahîr Elçî digihîje kuder? Di bûyerek wiha micid de çima kesek bi guman tune ye? Gelo tê xwestin ku, ser lêpirsînê bê girtin?   Baroya Amedê cara 134’emîn bi armanca ku kujerên serokê baroya wan ê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Minara Çar Lêng a li Sûrê Amedê hat qetilkirin, li ber Edliya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hejmareke zêde parêzer bi cibeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta li ser bi kurdî û tirkî “Em te ji bîr nakin” nivîsandî vekirin. Li ser navê baroyê sekretere giştî yê baroyê Mahsûm Bati daxuyanî da û diyar kir ku wekî daxuyaniyên xwe yên beriya niha jî ragihandine, hê jî di lêpirsîna doza Elçî de îfadeyê kesekî bi guman nehatiye girtin.   ‘ÇIMA KESEKÎ BI GUMAN TUNE YE?’   Batî bi bîr xist ku serokwezîrê demê Davûtoglû ji malbata Elçî re ragihandiye ku çi dibe bila bibe dê ev bûyer bê ronîkirin û digihîje kuderê bila bigihîje dê kujerê Elçî bên dîtin û wiha got: “Em îro dixwazin van pirsan ji dozgeriyê, Wezareta Karê Hundir û Wezareta Dadê bi pirsin; Lêpirsîna Elçî digihîje kuderê?, Çima kujer nayên dîtin?, Wekî ku me beriya niha di dosyaya lêpirsînê de jî diyar kiribû kûjerên Elçî li kuderê ne?, Çim adi lêpirsînê de pêşveçûn çinabe?, Li gel ku kuçeya Elçî lê hat qetilkirin bi dehan kesên bi çek hebûn jî çina di dosyayê de kesekî bi guman tune ye?, Di bûyereke edlî ya herî hêsandê jî bi dehan kesên bi guman hene di bûyereke wiha micid de çima kesekî bi guman tune ye? Gelo tê xwestin ser bûyerê bê girtin?”