Gelê Amedê: Li Girava Îmraliyê çi diqewime? 2017-10-19 09:44:00 AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û dan zanîn ku Ocalan vîna gelê kurd e û xwestin li Girava Îmraliyê çi diqewime hikumet ji raya giştî re aşkera bike. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Tîrmeha 2011'an vir ve bi parêzerên xwe re û ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve jî bi Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê re hevdîtin pêk neaniye. Piştî di 11'ê Îlona 2016'an de Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî, êdî hevdîtin pêk nehatin. Hemû serlêdanên parêzer û malbatan hat redkirin, di demên dawî de ber barê tenduristiya Ocalan de fikarên raya giştî her ku diçin zêde dibin. Amediyan bertek nîşanî tecrîdê da, xwestin tecrîd bê rakirin û hikumet der barê tenduristiya Ocalan de daxuyaniyê bide.   ‘RUXMÊ TECRÎDÊ JI BO AŞTIYÊ DIXEBITE’   Esnafa Kolana Melîk Ahmet a Sûrê Şohret Tektaş, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan tenê li dijî wî pêk nayê, gelê kurd di tecrîdê de ye. Taş aşkera kir ku 18 sal e Ocalan bi tena serê xwe li Îmraliyê di hucreyekê de ye, ruxmê tecrîdê jî ji bo aştiya Tirkiyeyê dixebite. Tektaş aşkera kir ku ji bo jinan Ocalan gelekî girîng e, bi felsefeya xwe ruh daye jinên kurd û ev tişt got: "Cihekî ku jin nikaribûn servekirî derkevin ber deriyê xwe, Ocalan nirxekî giranbûha da jinan. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin."   ‘OCALAN HÊVIYA AŞTIYÊ YE’   Mecît Turgay li navçeya Rezana Amedê esnaf e, Turgay piştrast kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re şerê li Rojhilata Navîn kûrtir bûye, heke tecrîd bi dawî bibe, dê şerê li herêmê bi dawî bibe. Turgay diyar kir ku Ocalan hêviya aştiyê di nava gelan de saz kiriye û Ocalan wekî mirovê aştiyê pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ocalan li dijî polîtîkaya şer bû. Kesên tecrîd kûr kirin, kaos derxistin holê. Sedema hemû êşên di civaka kurd de tecrîda li ser Birêz Ocalan e."   ‘LI GIRAVA ÎMRALIYÊ ÇI DIBE?’   Mazum Soylu yê 22 salî jî pirsa "Li Girava Îmraliyê çi dibe" ji hikumeta AKP'ê kir û ev tişt got: "Ocalan vîna gelê kurd e. Vîna gelekî di binê tecrîdê de divê neyê girtin. Di serî de Ocalan, divê tecrîda li tevahiya girtîgehan bê rakirin. Yê li dijî zilmê û tundiyê berxwedan da meşandin Birêz Ocalan e. Gelê kurd tu carî koletî qebûl nekir. Wekî duh dê îro jî li ber xwe bide." Soylu bang li hikumetê jî kir û xwest di vê der barê de daxuyaniyê bide.   ‘ŞANSEKÊ TIRKIYEYÊ YÊ AŞTIYÊ HEYE’   Esnafê Rezanê Erdal Aydin jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ji şerê li Tirkiye û Rojhilata navîn cuda nîne û ev tişt anî ziman: "Hêj şansekî Tirkiyeyê yê aştiyê heye. Bi rastî jî heke Tirkiye bixwaze ji gengeşiya şerê li Rojhilata Navîn derkeve, divê bi Birêz Ocalan re mutabaqatê saz bike û tecrîdê jî bi dawî bike. Dê Tirkiye bi tecrîdê negihê cihekî."