Kesên li Pirsûsê hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn 2018-07-20 14:53:11 STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Polen Unlu û Hatîce Ezgî Sadet ên di komkujiya Pirsûsê hatin kuştin, li ser gorên wan bibîr anîn. Hevserokê Giştî yê SGDF’ê Okan Danaci, li ser goran axivî û got: “Yek ji xeyalên wan, ew bû  ku zarok di cîhanek azad de bilîzin. Em baş dizanîn dê yek xeyal jî di nivî de nemîn in.”   Îsîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, di 3’yemîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de, Polen Unlu û Hatîce Ezgî Sadet ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan bibîr anîn. Di bîranînê de pankarta “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo hemû kesan edalet” hat vekirin. Rêxistinên navçeyê yên HDP’ê, SGDF, ESP, endamên OTSP û gelek kes beşdarî bîranên bûn.     ‘XWESTIN XEYALÊN WAN DI NIVÎ DE BIHÊLIN’   Hevserokê SGDF’ê Okan Danaci di bîranînê de axivî û wiha got: “Berî 3 salan, dinava van saetan de xwestin li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê xeyalên rêwiyên xeyalan di nivî de bihêlin. SGDF bi hemû endamên xwe re xwest biçe Kobanê û birînên gelê wê derê derman bike û mil bi de milê wan. Lê dema çûn,rastî komkujiyek pir mezin hatin. Bi vê komkujiyê xwest wan ji  rûpelên dîrokê jê bibin. Lê kojer negehiştin armancên xwe. Dewletê konsepta şer xist dewrê û xwest vê yekê nîşanî me bide. Yek ji xeyalên mirovên me, ew bû ku zarok di cîhanek azad de bilîzin, lê yek xeyal jî dê di nivî de nemîn in. Xwestin me tune bikin, lê îro bi milyonan Polen û Hatîce li pêşberî me li ser piyane. Me tu carî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda û em ê dest jê bernedin.”   ‘ÎFADEYÊN DILPAKIYÊ BÛN’   Koray Turkmen ê bi birîndarî ji teqîna Pirsûsê xelas bû jî, diyar kir ku ew bêyî ku heman zimanî bizanibin, di betlaneya cejnê ya kelegerma Tîrmehê de, ji bo rondikên çavên zarokên mexdûrên şer ên 1700 kîlometre dûrî wan paqij bikin, ketin rê û wiha axivî: “Ji bo min dilpakiyek mezin bû. Êdî ev şerê başan û xirabane. Baş tu carî naqedin û dest ji têkoşînê bernadin. Wan ji bo me mîrasê başbûn û azadiyê hiştin û emê jî tu carî dest vê têkoşînê bernedin.”