2 kes li Hewag hatin binçavkirin 2018-07-20 12:13:27   RIHA - Li Hewagê, Hevserokê berê yê HDP’ê yê navçeyê Mehmet Ural û endamê partiyê Salih Aslan hatin binçavkirin.    Li taxa Qosar a navçeya Hewaga Rihayê, di serdegirtina malan de Hevserokê berê yê HDP’ê yê navçeyê û Endamê Hewldana 78’an Mehmet Ural û endamê HDP’ê Saliha Aslan hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku Ural di meha çûyî de ji girtîgehê derketibû.