Malbatê cenaze teşhîs kir: Zarokên me ne bêkes in 2018-07-20 10:12:40 MANÎSA – Cenazeyên 8 endamên HPG’ê yên li Çiyayê Amanosê ya Hatayê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, 4 meh in radestî malbatan nayê kirin. Bavê endamê HPG’ê Murat Kolca yê jiyana xwe ji dest da Abdulhamît Kolca diyar kir ku li gel cenazeyê kurê xwe teşhîs kiriye jî lê li goristana bêkesan defin kirin e.    Li Çiyayê Amanosê yê girêdayî navçeya Dortyolê ya Hatayê di 6’ê nîsana 2018’an de bi desteka hewayî operasyona leşkerî pêk hatibû. Di vê operasyonê de 8 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Li gel 4 meh di ser bûyerê re derbas bû jî hêj cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Cenaze ji cihê bûyerê rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Edeneyê û malbat ji bo teşhîsê serî li ATK’ê dabûn. Li gel cenaze hatibûn texrîbkirin jî malbatan cenazeyên xwe teşhîs kirin lê cenazeyên wan radest nakin. Yek ji van malbatan jî ya Kolca ye.    Bavê endamê HPG’ê Murat Kolca (Dijwar Şoreş) ê jiyana xwe ji dest da Abdulhamît Kolca agahiya ji dest dayîna kurê xwe li ser televîzyonê dibîhîze û demil dest diçe serî li dozgeriya Edeneyê dide.    ‘CENAZE NAYÊN NASÎN’    Bav Kolca diyar kir ku li gel cenazeyê kurê wî şewitîbû jî ji rûyê wî yê aliyek saxlem mabû nas kir û got: “Dema em derbasî morgê bûn bi wahşetê re hevrû man. Cihek saxlem di cenazeyan de nema bû. Qey mirov digot kîmyasal avêtine ser wan. Cihê vê yekê di misilmaniyê de nîne. Ev kînek çawa ye? Li dijî vê zilmê mirov baweriya xwe ji bîr dikin.”    ‘ZAROKÊN ME NE BÊKES IN’    Bav Kolca anî ziman ku li gel cenaze teşhîs kir jî 4 meh in cenazeyê kurê xwe wernegirtiye û wiha dewam kir: “9 roj bi zanebûn me birin û anîn. Di wê navberê de cenazeyan li goristana bêkesan definkirin. Tenê ji bo eziyetê bi me bidin kişandin cenazeyan nadin. Tişta tenê ew dixwazin bila cenaze birizin û parçe bibin. Zarokên me ne bêkes in.”    Bav Kolca desnîşan kir ku ji bo tespîta cenaze nimûna DNA’yê daye û wiha got: “Di ser 3 meh û nîv derbas bû hêj enaze radestî me nekirine. DNA bi encam nebûye. Ez du caran çûm Edeneyê jî lê tu encam dernekitiye. Qaşo dê bangî me bikin, lê hêj li me negiriyan e.”    DAYIK KOLCA: QET NEBE HESTIYÊN ME BIDIN ME    Dayik Zekiya Kolca jî anî ziman ku tekane daxwaza wan ew e cenazeyên wan radest bikin û got: “Zarokên me ne bêkes in. Zarokên me şewitandin kuştin qet nebe hestiyên me bidin me. Ewqas wahşet nabe. Du kezeb li dijî vê wahşetê li ber xwe nade. Yên wîjdana wan heye bila li dijî vê wahşetê derkevin. Êdî bes e. Bi salan e em li qadan dibêjin bila dayik negirîn, lê şer didome. Bila kezeba kesî neşewite. Divê em li dijî vê zilmê derkevin. Yên bikin em dayik in. Em dikarin vê wahşetê bi yekîtî û hevgirtinê biqedînin.”