Girtîgehê rapora binpêkirina mafan a girtiyan sansur kir 2017-10-19 09:25:06 ENQERE - Li girtîgehê hin beşên nameyên girtiyan ku bi riya wan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan radigîhin, bi hinceta "bifikare" ne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin sansurkirin.  Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê "Rapora Binpêkirina Mafan a Îlona 2017'an" amade kirin. Di rapora ku bi îmzeya Raşît Dortyol hatiye şandin de, hin beş bi hinceta "qismen bifikare" ne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine sansurkirin. Ji ber vê girtî neçar man hin beşên raporê derxînin. Girtiyan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê wiha rêz kirin:    "Mafê sohbetê heftê 10 saet bû, lê niha daxistine 6 saetan.    Di hefteyên hevdîtina vekirî, di rojên lêgerîna cejn û qawîşan de fealiyetên sohbetan tên betalkirin.    Dozgeriyê ji bo taziyeyê destûr neda Raşît Dortyol ku bavê wî wefat kir.    Tevî ku daxwaznameya wan hebû jî destûra çûyîna revîrê nedan girtiyên bi navê Emrah Yayla, Ercan Yildiz û Mehmet Bildircin.    Deriyên hewadariyê serê sibehê dereng tên vekirin.    Lêgerînên di terhê avêtina ser qawîşan de zêde bûne.    Ava şebekeyê qirêj diherike, her wiha bêhn ji avê tê. Em ji neçarî ji bo vexwarinê ji kantînê avê dikirin. Bi vî halê xwe ava şebekeyê ji bo paqijkirinê jî ne guncan e.    Dema em bi kargoyê pirtûkan dişînin, bi tarîfeya pirtûkan nayên şandin bi ya normal tên şandin. Bi vî awayî girtî di warê madî de dixisirin.    Ji bo serlêdana Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nimûneyên daxwaznameyê nayên dayîn.    Betlaneya ku Wezareta Dadê ji bo cejnê dide, îdare wek hevdîtina cejnê an jî hevdîtina normal ferz dike.    Ev salek e pirtûkên ji derve hatine şandin nadin me.    Ev 4 meh in bersiva daxwaznameyên me yên ku me ji saziyên fermî re nivîsandine nayên dayîn, daxwaznameyên me esas nayên girtin."