Dosyeyên lêpirsîna mirinên li Şirnexê kirin yek dosyeyek 2018-07-20 09:15:41 ŞIRNEX – Hat zanîn ku lêpirsîna der barê ji 100 kesî zêdetir ên di qedexeya derketina li navenda Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan di yek dosyeyekê de girtine dest. Parêzer Newroz Uysal destnîşan kir ku nehat diyarkirin kî çawa jiyana xwe ji dest da  û cenaze jî li gorî navên dîmenan nehatine veqetandin.    Di “qedexeya derketina kolanan” a li navenda Şirnexê ku ji 14’ê adara 2016’an de destpê kir, 8 meh dewam kiribû. Di pevçûnên li bajêr de hat gotin bi ser 100 kesî re jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî mirina van kesan lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku dosyeya lêpirsîna mirina van kesan di yek dosyeyê de girtine dest. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê lêpirsînê birêve tê birin û tu pêşketîn di dosyeya lêpirsînê de çênebûye û hat zanîn ku navê ji 100 kesî zêdeti di vê dosyeyê de cih digire.    ‘NEHAT ZELALKIRIN KÎ ÇAWA JIYANA XWE JI DEST DAYE’    Ji parêzeran Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Newroz Uysal destnîşan kir ku nehat diyarkirin kî çawa jiyana xwe ji dest daye û hêj hin cenaze nedane malbatên wan. Uysal anî ziman ku dosyeyên kesên jiyana xwe ji dest dan di yek dosyeyekê de lêpirsîna wê birêve hatiye birin  û got: “Dosyeyan kirin e yek. Yekkirina vê dosyeyê dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne. Lazim e dosyeya miriyan cuda cuda bê lêpirsînkirin. Ji bo serlêdana dosyeyan ji hev veqîtin nehat bersivandin. 7’emîn dozger li dosyeyê dinêre. Heta niha lêpirsînek bi bandor û baş nehat birêvebirin. Dîmenên cenazeyan ên di dosyeyê de li gorî navan nehatine veqetandin.”