‘Em naxwazin Kuzguncuk ji dest me biçe’ 2018-07-20 09:14:25   STENBOL – Şêniyên taxa Kuzguncukê ya Uskudarê li dijî biryara ku dê taxa wan wek herêma veguherîna bajariyî bê îlankirin derketin û gotin “Em naxwazin taxa me ji dest me biçe.”    Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) di sala 2016’an de biryar girt ku li 16 taxên navçeya Uskudarê veguherîna bajariyî pêk bê. Ev biryar ket ket asta pêkanînê û meriyetê. Meclîsa ÎBB’ê di civîna xwe ya 13’ê tîrmeha 2018’an de bi piraniya dengan biryar girt ku taxa Kuzguncuk a Uskudarê jî di nav 16 taxan de cih bigire.    Vê projeya veguherîna bajariyî 89 hezar mîtro qare digire. Şêniyên taxa Kuzgunuckê li dijî projeya veguherîna bajariyî ya biryara wê hat girtin bi bertek in.    'EM Ê DESTÛR NEDIN’    Zafer Çaglar ê ji sala 1962’an ve li Kuzguncukê dijî diyar kir ku bi salan ew li taxa xwe jiyanek aram dijîn û got: “Em ê qet destûr nedin taxa me xera bikin. Wê hin mirovên din bînin li warê me bicih bikin. Xwediyê esil ê yên vir em in. Taxa me pêşkêşî rantê dikin. Çibû ku veguherîna bajariyî anîn taxa me?”   KEYA: EM NAXWAZIN DEST JI MALÊN XWE BERDIN    Keyayê taxa Kuzguncukê Alî Faîk Kaptan jî destnîşan kir ku heke şêniyên ji taxê ji warê xwe neyên tekirin û bêyî talanê pêk bînin veguherînek baş çêbikin dê gel razî be lê heke veguherînek ne li gorî berjwendiyên gel be dê kes ji vir dernekeve. Kaptan got ew der barê projeyê de bi tu hûrguliyan nizanin û heya wan ji projeyê nîne û kesî jî der barê projeyê de jî ji wan tiştekî nepirsiye. Kaptan anî ziman ku hemû şêniyên taxê li dijî veguherînek rantxwirî ne û got: “Em naxwazin dest ji mal û milkên xwe berdin. Em naxwazin Kuzguncukê winda bikin.”