Ji bo karê xwe 12 roj in di rojiya mirinê de ye 2018-07-20 09:11:29   ÎZMÎR – Îlterşah Erdogdu yê li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji kar hat derxistin dest bi rojiya mirinê kir. Erdogdu got: “Ya ez ê vegerim karê xwe ya jî ez ê bimirim.”    Îlterşah Erdogdu di Şirketa Paqijiyê ya Îz a girêday Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de 12 sal karkeriya paqijiyê kir. Erdogdu bi hinceta bê mazeret neçûye kar di 21’ê adarê de ji hat derxistin. Edogdu bi boneya vegere karê xwe, di 11’ê hezîranê li ber avahiya şaredariya Îzmîrê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Erdogdu yê bersiva vê daxwaza xwe negirt, di 9’ê tîrmehê de çalakiya xwe veguherand çalakiya rojiya mirinê.    Erdogdu yê 12 roj in di rojiya mirinê de ye pirsgirêkên wî yên nexweşînê jî destpê kirin.    ‘AN KARÊ MIN AN MIRIN’    Erdogdu anî ziman ku di nava rojê tiştên ew dijî bi boneya ji bîr neke di lênûska xwe de nîşeyan dinivîsîne û got: “12 roj in min 3 kîlo daye. Hewa germ e lê dîsa jî çalakiya xwe dewam dikim. Dixwazim xwestekên min bên qebûlkirin û vegerim karê xwe. Di vê pevajoyê de tiştên mirov dijîn ne asayî ne. Çalakiya min jî ne asayî ne. Tenê ez karê xwe dixwazim. Bi bêdengiyê tiştek nayê çareserkirin. Ya ez ê karê xwe bidest bixim an jî ez ê bimirim. Ez bang li saziyên civakî yên sivîl dikim ku piştevaniyê bidin min.”