Prof. Etîler: Têgihîna nexweşiya hepatit C a nav civakê ji enfeksiyona wê talûketir e 2018-07-20 09:10:02   STENBOL – Prof. Dr. Nilay Etîler diyar kir ku nexweşiya hepatit C di salên dawîn de li Tirkiyeyê zêde dibe û di nav civakê de wek tenê kesên biyanî û homoseksuel pê dikevin, tê zanîn û wiha got: “Ji ber vê yekê her kes dibêje nayê serê min. Ev têgîn ji enfeksiyona nexweşiyê talûketir e.”   Li Tirkiyeyê di salên dawîn de hejmara kesên ku nexweşiya HIV/AIDS’ê bi wan re heye zêde dibe. Sedemên sereke yên zêdebûna nexweşiyê; zêdebûna gelheya ciwan û jinên ku fihûş li wan tê ferzkirin û turîzm tên rêzkirin. Li seranserê cîhanê bi armanca balkişandina ser vê nexweşiyê, çalakiyên cuda tên lidarxistin.  Lê li Tirkiyeyê têkildarî vê nexweşiyê di asta pêwîst de bernameyên perwerdeyê yên agahdarî û parastinê tune ne. Ev yek jî wek sedema zêdebûna vê nexweşiyê tê nişandan.   Hepatît C nexweşiyeke ku ji mirovan derbasî mirovan dibe ye û girêdayî nexweşiya kezebê dibe sedema mirina mirovan. Li seranserê cîhanê 170-200 milyon kes li dijî vê nexweşiyê têkoşîn didin. Li Tirkiyeyê jî tê payîn ku ji sedî 1 ango 750 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine.    PÊKANE KU MIROV Jİ VÊ NEXWEŞİYÊ RIZGAR BIBIN   Her çiqas encamên wê tirsnak bin jî bi saya pêşveçûnên di qasa tipê de pêkane ku ev nexweşî ji holê bê rakirin. Tê raberkirin ku bi saya 2 dermanên sala borî li Amerîkayê hatin dîtin û beriya 6 mehan bikaranîna wan hat erêkirin û bi dermanên ku heta 5 salan bê dîtin, ev nexweşî bi temamî ji holê bê rakirin. Li Tirkiyeyê jî dê heta 2 salan bikaranîna van dermanan bê erêkirin û bi saya vê yekê di mirov ji ji vê nexweşiyê rizgar bibin.    ‘TÊGÎNA KU DÊ NAYÊ SERÊ MIN’ ZÊDE YE   Prof. Dr. Nilay Etîler têkildarî bandora zêdebûna nexweşiya HIV/AIDS’ê û tiştên ku ji bo parastinê ji wê bên kirin axivî. Etîler destpêkê diyar kir ku têkildarî nexweşiyê di civakê de têgîneke şaş heye û wiha got: “Têgîna ku hejmara weqayên li Tirkiyeyê kêm e, tenê bi kesên biyanî re tê dîtin heye. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê wek pirsgirêka tenduristiyê ya gel nayê fikirîn. Her wiha ji bo vîrusa HIV’ê demxekirinên gelek zêde yên micid hene. Hê jî wek nexweşiya homoseksüela tê fikirîn. Ji ber vê yekê têgîna ku ‘Nayê sere min’ zêde ye. Tişta talûketir jî ji enfeksiyonê zêdetir, hebûna vê têgînê ye.”    DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?   Etîler da zanîn ku her ku diçe girîngiya nexweşiya Hepatit C li Tirkiyeyê zêde dibe û ev tişt anîn ziman: “Ev nexweşî bi xwîn û rêya têkiliya zayendî derbasî mirovan dibe. Pêşnexistine derzîkirina ji bo vê nexweşiyê pirsgirêkeke micid e. Ji ber vê yekê mirov ji bo parastina bi reya têkiliya zayendî, dikarin xwe bi kondomê biparêzin.” Etîler ji bo parastina ji vê nexweşiyê wiha rêz kir: “Di serî de ji bo parastina bi rêya têkiliya zayendî divê mirov kondom bi kar bînin. Divê mirov di ferqa vê rîskê de bin. Her wiha divê partner di kontrolkirinê re derbas bibin. Bi rêya vê kontrolkirinê nexweşiyên mîna frengî ku bi rêya têkiliya zayendî derbasî mirovan dibin jî tên kontrolkirin.”