Doza ‘Şer da destpêkirin’ ber bi kiryar ne diyarî ve diçe 2018-07-20 09:06:31   RIHA – Li navçeya Serêkaniyê du polîs hatin kuştin. Ev bûyer bû sedema bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya şer destpê kir. Ji parêzerên doza Serêkaniyê Huseyîn Akay diyar kir ku dosyeya kujerên wê diyarin bi kiryar ne diyar ve didin birêve birin.    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 22’ê Tîrmeha 2015’an de polîsên bi navê Feyyaz Yumuşak û Okan Acar hatin kuştin. Hikumetê kuştina her du polîsan kir hincet û dawî li pêvajoya “Çareseriyê” anî. Piştî kuştina polîsan kesên hatin binçavkirin û girtin hemû hatin beratkirin û bûyer kiryar ne diyar ma.    Ji parêzerên dozê Huseyîn Akay têkildarî salvegera 3’yemîn a cînayetê ji ajansa me Mezopotamya re axivî.    BER BI KIRYAR NE DIYARÎ VE    Akay diyar kir ku tevî ku faîlên dosyeyê diyarin jî dosyeyê ber bi faîl ne diyar ve dibin û got: “Dosye hêj nehtaiye ronîkirin. Yên kuştinê pêkanîn dernexistin pêşberî darazê. Ji bo xizmên polîsan jî tev li dozê bibin bangî wan dikim. Der barê 4 miwekîlên min de di danişîna 13’emîn de berat dan. Ji roja ewil ve diyarbû ku yên kuştin pêkanîne ne miwekîlên min bûn.”    'DELÎL NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN’    Akay anî ziman ku di her 13 danişînan de hemû delîlan li dosyeyê barkirine û wiha dewam kir: “Me hemû delîlan bi pir alî nirxand. Herî kêm em gihîştin encamê ku miwekîlên me bê sûc in. Me faîlên bûyerê wek delîl xist plana pêş. Hêj ev delîl di dosyeyê de hene. Lê encax hêj ev delîl nehatine lêkolînkirin û lêpirsînkirin.”    'KUJER DIYARIN’    Akay destnîşan kir ku di encama lêpirsînek bi bandor û samîmî bê kirin de dê faîlên dosyeyê derkevin holê û got: “Li gorî qenata me kûjer diyar in. Kujerê dosyeyê ne winda ne. Lêpirsînek bi bandor û jidil dikare ronî bike. Ji ber vê sedemê ji bo dîtina kujeran peywîrên micid dikevin ser milê darazê. Heke daraz samîmî be dê ev doz bê çareserkirin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel