Di navbera TSK û komên OSO de li her derê pevçûn heye 2018-07-20 09:04:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêvçûnên di navbêra komên OSO yên girêdayî TSK'ê yên  li Efrînê her ku diçe zêde dibin. Tê gotin ku sedema pêvçûnan piranî li ser parvekirinên xenîmet, rêbendên kontrolê û ji ber fona komek kême ya din zêde ye û li dijî rayedarên Dewleta Tirk jî nerazîbûn hene.    Nakokiyên ji ber xenîmet li ser hevdû parvekirin, dizî, talanî, tecewiza jinên ciwan û parvekirina rêbendên kontrolê di navbera komên OSO ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve weke “Kuvayî Millî” hat îlankirin de, her roj diçe li Efrînê pevçûn zêdetir dibin. Hat diyar kir ku ji ber sedemên daxwazê OSO yên zêde kirina mûçe, piştî dagirkirina Efrînê, daxwaza Tirkiyeyê ji bo vekişandinê û  beşdarî operasyona li Qandîlê kirin û sedemên redkirina vê daxwaza Tirkiyeyê, her roj di navbera leşkerên TSK’ê û komên OSO de bi çekên giran pevçûn diqewim in.   Li gorî agahiyan di encama van pevçûnan de ji herdû aliyan kuştî û birîndar hene. Hat destnîşankirin ku ji ber ev pevçûn di nava sivîlan de diqewimin û herdû alî jî li qadên ku tê de şer dikin, bi darê zorê gel ji malên wan derdixin û ji wan dixwezin ku meş û çalakiyan lidarbixin. Her du alî jî gel ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar tînin, guleyan bi ser sivîlan de dibarînin û bi dehan zarok, jin û kal dibin qurbanê van pevçûnan.    Di navbera çeteyên ku xwe li ser rêbenda kontrolê ya gundê Dêr Belûtê ya girêdayî navçeya Cindirêsê bi cih kirin û çeteyên ku xwe li gundê  Atmê bi cih kirin de, li ser riya di navbera herdû gundan de pevçûn rûdan. TSK’ê jî ji bo çeteyên ku xwe di gundê Atmê de bi cih kirin ên ku hemî perspektîfên wan pêk tînin re 2 tang û 20 erebeyên leşkerî û cebxane rê kirin. Li gorî agahiyan herî kêm ji her fesîleyekê 30 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar hene.   Li gundê Hec Iskender a girêdayî navçeya Cindirêsê jî di navbera komên OSO û TSK’ê de ji ber sedema nevekişîna komên OSO ji Efrînê û redkirina tevlîbûna operasyona Qandîl, bi çekên giran pevçûn rûdan. TSK’ê yên nuqteyên wan tesbît kirin, bi balafiran li nuqteyên wan xistin. Di encama bombebaranê de gelek kuştî û birîndarên komên OSO hene.   Di 18’ê Tîrmehê ji saet 06.00`an heyanî saetên êvarê di navbera komên OSO û TSK’ê de li gundê Kûra ya navçeya Cindirêsê bi çekên giran pevçûn qewimîn. Çavkaniyekiyên herêmê, diyar kir ku ji serê sibê heyanî êvarî pêvçûn berdewam kir. Di dema pêvçûnê de çeteyên ku xwe di wî gundî de bi cih kiribûn, li deriyê sivîlan didan û bi darê zorê ew ji malên wan derdixistin kolanan ji bo ku li dijî aliyê din derbikevin û bêjin gel bi me re ye. Welatiyên dernediketin jî rastî îşkencê hatin. Di heman demê hat  gotin ku komên çete welatiyan weke mertalên zindî bi kar tînin û ji ber ku jiyana sivîlan ji bo herdû aliyan ne girînge pir rehet guleyan bi ser gel de ber didin. Hat ragihandin ku gelek kuştî û birîndarên herdû aliyan hene, 4 zarok, 7 jin û kalek jî bûn qurban.