Bi hinceta parvekirinan heta 3 salan ceza hat xwestin 2018-07-20 09:03:02     ANTALYA – Ji ber parvekirinên wî yên piştî hewldana Darbeya 15’ê Tirmehê, bi daxwaza 3 salan ceza doz li Parêzer Ahmet Çevîk ku parêzeriya Komeleya Mexdûr û Mirinên bi Guman ên Leşkerî dike, hat vekirin.   Parêzer Ahmet Çevîk ku li Antalyayê dijî û parêzeriya Komeleya Mexdûr û Mirinên bi Guman ên Leşkerî dike, ji ber parvekirinên wî yên li ser medya civakî yên piştî hewldana Darbeya 15’ê Tirmehê, bi daxwaza cezayê hepsê ya 3 salan doz lê hat vekirin. Piştî parvekirinên welatiyê bi navê Arîf Emre Ozcan ên beriya 6 mehan, ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve der barê Çevîk de lêpirsîn hatibû destpêkirin.    Di encama lêpirsînê de bi sûcdariya “Bi awayekî aşkera gel tehrîkî kîn û dijminahiyê kiriye” angaştname hat amedekirin. Di angaştnameya ku ji 2 rûpelan pêk tê de parvekirinên Çevîk ên ku wek sûc hatine nirxandin, cih digirin. Meqamê angaştê, parêzeriya Çevîk a Komeleya Mexdûr û Mirinên bi Guman ên Leşkerî, li ber çavan negirtiye û parvekirina Çevîk a wêneyên leşkerên ku dema darbeyê teslîm bûbûn û rastî lincê hatibûn wek sûc nirxandiye.    Parvekirinên Çevîk ên din ku di angaştnameyê de wek sûc hatine nrixandin wiha ne;    “Darbe darbeye welidan. HSYK’ê 2745 dadger û dozger ji peywêrê girtiye. 5 endamên HSYK’ê ji peywêrê hatine girtin. Ji Daniştayê binçavkirin hene. Tirkiye bûye wekî kamyona ku direksiyona wê teqiya ye, hêvî dikim ku ev avhewa biguhere. Zûtirîn bibe Akdenîz. Aqlê Selîm.”   “Şanoya ku senaryoya wê gelekî bi bandor û herikbar bû, bi dawî bû. Şev baş. Hevî dikim mirin çêne be. Ji min re wek hewldana darbeyeke muvazayî hat. Mirin xemgînî ye. Ji bo hî nirov dimirin. Diyanetê bi selayan rêveberiyê desteser kir. Selaya di dorê de jî ji bo kesên ku ji hev hez dikin û xwe nagihînin hev bila bê.”      Her wiha ji xeynî van parvekirinan retweetkirina parvekirineke wêneyekê der barê komkujiya Enqereyê ya hesabekê bi remza “Partiya Tevgera Alkolîk” jî di angaştnameyê de wek sûc hatiye nirxandin.    Doza ku ji ber van hincetên bi sosret li Çevîk hatiye vekirin dê rûniştina wê ya yekemîn di 12’ê îlonê de li 17’yemîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Antalyayê pêk were.