Sewqên girtiyan ên nexweşxaneyan tên derengxistin 2018-07-20 09:01:39   ANTALYA – Parêzer Ahmet Çevîk diyar kir ku li Girtîgeha Tipa L a Antalyayê ji ber ku jimartina li pêya qebûl nakin girtî rastî lêdanê tên û bi awayekî zanebûn sewqên wan ên nexweşxaneyan tên derengxistin.   Li Girtîgeha Tipa L a Antalyayê her roja ku derbas dibe zilm û zordariya li dijî girtiyan zêde dibe. Parêzer Ahmet Çevîk ku li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî daxuyand ku girtiyan jê re ragihandiye zilm û zordariya li hemberî wan her ku diçe zêde dibe. Çevîk da zanîn ku li girtîgehê jimartina li pêya li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nakin jî rastî lêdanê tên û wiha got: “Dijî vê yekê sewqa girtiyan a nexweşxaneyan bi zanebûn tên derengxistin. Bi dehan girtî hene ku tedawiya wan tên astengkirin. Bi taybetî girtiyên ku diranên wan diêşên sewqê wan nayên kirin. Her wiha weşanên kurdî yên li kaxûşan tên desteserkirin.”   LI GIRTIYÊN LGBTÎ MUEYNA ANAL TÊ FERZKIRIN   Çevîk bi lêv kir ku lêgerina tazî li girtiyan tê ferzkirin û ev tişt anî ziman: “Girtiyên LGBTÎ dema dibin nexweşxaneyê bêyî ku li daxuyaniya wan bê rêyintin, mueyna wan tê kirin. Mueyna anal jî tê kirin. Binpêkirina mafê têkiliyê yê girtiyan jî li ser serlêdana dadgerên înfazê ji holê rabû. Li dijî girtiyan îşkenceya psikolojik a sistematik tê kirin. Di şert û mercên OHAL’ê de girtîgeh êdî nayên kişandin.”   Çevîk destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji derve de pirtûk û rojnameyan qebûl nake û bi awayekî buha pirtûk û rojname difiroşe girtiyan.