ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-20 09:00:30   * Parezer Ahmet Çevîk diyar kir ku li Girtîgeha Tipa L a Antalyayê ji ber ku jimartina li pêya  qebûl nakin girtî rastî lêdanê tên û bi awayekî zanebûn sewqên wan ên nexweşxaneyan tên derengxistin.   * Ji ber parvekirinên wî yên piştî hewldana Darbeya 15’ê Tirmehê, bi daxwaza 3 salan ceza doz li Parêzer Ahmet Çevîk ku parêzeriya Komeleya Mexdûr û Mirinên bi Guman ên Leşkerî dike, hat vekirin.   * Pêvçûnên di navbêra komên OSO yên girêdayî TSK'ê yên  li Efrînê her ku diçe zêde dibin. Tê gotin ku sedema pêvçûnan piranî li ser parvekirinên xenîmet, rêbendên kontrolê û ji ber fona komek kême ya din zêde ye û li dijî rayedarên Dewleta Tirk jî nerazîbûn hene.    * Nûnerê TÎHV’a Amedê parêzer Bariş Yavuz, diyar kir ku OHAL piştî pêşniyara qanûnî ya pêşkêşî Meclîsê hat kirin û qebûl kirin, dê rewatir bibe û got: “Pergala bê hiqûqî, dê bi bêhiqûqiyên nû berdewam bike.”     * Li navçeya Serêkaniyê du polîs hatin kuştin. Ev bûyer bû sedema bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya şer destpê kir. Ji parêzerên doza Serêkaniyê Huseyîn Akay diyar kir ku dosyeya kujerên wê diyarin bi faîlê ne diyar ve didin birêve birin.    * Jinên hemfikirin ku têkoşînek zor û zehmet li benda wane, ji bo kampa havînê tên gelhev.  Jin dê li kampa ji aliyê Piştevaniya Mor û Parastina Jin ve bê li darxistin de, dê xeta têkoşîna pêvajoya li pêş xwe, nîqaş bikin.   * Prof. Dr. Nilay Etiler diyar kir ku nexweşiya hepatit C di salên dawîn de li Tirkiyeyê zêde dibe û di nav civakê de wek tenê kesên biyanî û homoseksuel pê dikevin, tê zanîn û wiha got: “Ji ber vê yekê her kes dibêje nayê serê min. Ev têgîn ji enfeksiyona nexweşiyê talûketir e.”   * Îlterşah Erdogdu yê li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji kar hat derxistin dest bi rojiya mirinê kir. Erdogdu got: “Ya ez ê vegerim karê xwe ya jî ez ê bimirim.”    * Denîz Ercellat ê hosteyê yemeniyan ku li Dîlokê dijî pîşeya ji bavê xwe fêr bûye bi eşqek mezin karê xwe dike û ji ber kes eleqeyê nîşanî yemeni nade di nav derdkêşiyê de ye.    * Şêniyên taxa Kuzguncukê ya Uskudarê li dijî biryara ku dê taxa wan wek herêma veguherîna bajariyî bê îlankirin derketin û gotin “Em naxwazin taxa me ji dest me biçe.”    * Hat zanîn ku lêpirsîna der barê ji 100 kesî zêdetir ên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan di yek dosyeyê de girtine dest. Parêzer Newroz Uysal destnîşan kir ku nehat diyarkirin kî çawa jiyana xwe ji dest da  û cenaze jî li gorî navên dîmenan nehatine veqetandin.    * Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, dê li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:00)   * Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya SES û Bijîşkên Diranan, dê derbarê tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê yên zêde bûyîn de, li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle dê daxuyanî bidin çapemeniyê.  (12.15)   * Baroya Amedê, dê ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li Sûra Amedê hat kuştin, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Şaxa ÎHD'a Stenbolê, dê bi armanca bêmafiyên di pêvajoya  2 salan a OHAL'ê de hatin jiyîn û serlêdanên ji bo komeleyê hatin kirin, ji bo bi raya giştî re parve bike, dê li avahiya şaxa civîna çapemeniyê li dar bixe.  (13.00)    * Înîsîyatîfa Malbatên Pirsûsê, dê di 3'yemîn Komkujiya Pirsûsê de 33 ciwanên jiyana xwe ji dest dayîn li ser gorên wan bibîr bînin û bi şev jî dê beşdarî çalakiya rûniştinê ya  Cadeya Halîtaga bibin û heya Parka Mehmet Ayvalitaş dê bimeşin. (11.45-18.00-19.00)   * Rêxistinên Ciwanan ên Îzmîrê, dê di 3'yemîn Komkujiya Pirsûsê de, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn, li Cadeya Şehîdên Qibrêzê çalakiya bîranînê pêk bînin. (19.30)