Li Çiyayê Cûdî şewatek mezin derket 2018-07-19 19:20:46   ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî şewatek mezin derket û ji ber şewatê bi sedan dar şewitîn û rez û baxçeyên welatiyan jî xesarek mezin dît.    Li herêma Çiyayê Cûdî ji aliyê bajarokê Gundikê Melê ya bi ser Şirnexê ve şewatek mezin derket. Şewat ji agelek aliyan ve hat dîtin. Ji ber şewatê bi sedan dar şewitîn û bandorek mezin li ser jiyana sewalan jî dike. Rez û baxçeyên welatiyan jî ji ber şewatê zerarek mezin dît.    ÇAVKANÎ: JI BER GULEBARANA LEŞKERAN ŞEWAT DERKET    Li herêmê şewat didome û heta niha kesî mudaxele nekiriye. Li hin deveran welatî li gorî derfetên xwe mudaxeleyî şewatê dikin.    Nehat zanîn şewat ji ber kîjan sedemê derketiye û hin çavdêriyên herêmî ragihandn ku şewat ji ber gulebaran û topbarana qereqolên leşkeriyê yên derdorê derketiye.    Çend roj berê li Çiyayê Gebarê yê Şirnexê jî ji ber topbarana leşkeriyê şewat derketibû û bi hezaran dar şewitîbûn.