Navbera betlana edlî dan Nobeda Edaletê 2018-07-19 15:47:02   STENBOL – Rêxistinên hiqûqê yên ji bo hempîşeyên xwe yên girtî Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Çaglayanê dabûn destpêkirin heta 6’ê îlonê navbera betlana edlî danê.     Nobeda Edaletê ya rêxistinên hiqûqê ya ji bo hempîşeyên xwe girtî li ber Edliyeya Çaglayanê dabûn destpêkirin di hefteya 68’emîn dewam kir. Gelek parêzer û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu tev li çalakiyê bûn. Ji parêzerê rojnameya  Cumhuriyetê Bulent Uyku di çalakiyê de axivî û got: “Em ji Rewşa Awarte xerabtir di rewşek din de ne. Divê em hin bêtir edaleta nobedê bigirin.”    Ji parêzerên Nobeda Edaletê Kemal Aytaç jî destnîşan kir ku ji ber betlaneya adlî heta 6’ê îlonê navberê didin Nobeda Edaletê.