Dozger xwest polîsê 4 kes kuşt bê cezakirin 2018-07-19 15:30:55   AMED – Polîs Î.M. yê li Geverê 4 kes kuşt û 2 kes birîndar kir berata xwe daxwaz kir. Dozger jî got bersûc sûcê “Bi zanebûn mirov kuştine” kiriye û ji 2 salan heta 15 salan cezayê hepsê xwest.    Li ser kolana Cengî Topel a navçeya Geverê ya Colemêrgê di 8’ê cotmeha 2016’an de polîs Î.M. ji maşîneya zirxî ya Kobra gule barand û Serhat Buldan, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen kuşt û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar kiribû. Der barê Î.M. de ji sûcê “Biqisûr kuştin” doza ji 2 salan heta 15 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin hat vekirin. Danişîna 7’emîn a dozê ku bi hinceta “ewlehiyê” neqlî Amedê hatibû kirin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Î.M. yê serbest tê darizandin û parêzerê wî bi SEGBÎS’ê ji Dadgeha Cezayê Asliye ya navçeya Devrekê ya Zonguldakê tev li danişînê bûn. Ji ber heyeta dadgehê guherî girtekên danişînên berê hat xwendin û danişînê destpê kir. Parêzerê muştekî Davut Uzunkopru parastinê kir.    Polîs Î.M. û parêzerê wî parastinê kirin û ji dozê berat xwestin. Dozger li dijî parastina polîs û parêzer mutala xwe aşkere kir û xwest Î.M. bi sûcdariya “Bi zenbûn mirov kuştin” ji 2 salan heta 15 salan bê cezakirin.    Heyeta dadgehê dema ji bo parêzerê bersûc dikaribe li dijî mutalayê beyanên xwe bide da û danişînê taloqî meha cotmehê kir.