Hamzaoglu: Yek ji erkên sereke yên sedsala 21’emîn a mirovahiyê têkoşîna aştiyê ye 2018-07-19 14:58:02   ENQERE  - Heverdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu piştî 160 rojî derket pêşberî dadger û di parastina xwe de got: “Aleta sûcê min 322 peyv û 21 rist e û ji 7 paragrafan pêk tê. Li dijî şer ji bo mirov di sedsala 21’emîn de ji bo têkoşîna aştiyê ya mirov bimîne neçariyek e. Ez dixwazim mirov bimînim.”   Lî Enqereyê 11 siyasetmedarên bi boneya operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê şermezar bikin t3en darizandin. Parastina siyasetmedaran di rûniştina beriya nîvro de temam bû. Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu yê ji ber operasyona Efrînê ji 9’ê sibatê ve girtî ne parastina xwe kir. Hamzaoglu diyar kir ku ew pisporê tenduristiya gel e û got: “Şer li dijî tenduristiya gel e. Ji bo vê yekê jî pêwîste em li dijî şer derkevin û tenduristiya gel biparêzin.”    ‘BILA GOTINÊN MIN DERBASÎ DÎROKÊ BIBIN’    Hamzaoglu di dewama parastina xwe de wiha got: “Ji ber ez hevberdevkê HDK’ê me li vir têm darizandin. Ji bo her tişt bibe delîl ez diaxivim û ji bo derbasî dîroka nivîskî bibe min mafê axaftinê girt. Raya giştî ya Tirkiyeyê zêde Efrînê nas nake. Bi îdiaya bekaya Tirkiyeyê tehdît dike bi operasyonek leşkerî hat rojevê.    Di dîrokê de tu hêz û serdestan ji bo nirxên hevkar û kevneşopiyan tune bike bi ser neketiye. Li ser sînorê Tirkiye-Sûriye ev rewş mînakek e. Gelek xizmên welatiyên me yên li Tirkiyeyê li axa Bakûrê Sûriyeyê dijîn. Ev xizmên hev di her cejn û bernameyên xwe yên taybet de diçin serdana hev. Xizmên welatiyên Efrînê jî li Tirkiyeyê hene. Ez jî yek ji van malbatan im.    ‘EFRÎN HAT TALANKIRIN’    Efrîn di 7 salên şerê li Sûriyeyê de cihê herî bi ewle û ku tu deverî tehdît nekiriye bû. Me wek saziya lê erkdarim ji bo zêde mirin çênebe û hiqûqa navnetewî bê parastin daxuyanî da. Mixabin encama derket holê daxuyaniya me piştrast kir. Bi sedan mirov jiyana xwe ji dest da û bajêr hatin talankirin. Bi sedhezaran mirov koçber bûn. Efrîn ne pêlîstoka kopmpûterê nîne. Bajarekî bi sedhezaran kes lê mirov dijîn. Ez hekîmê gel im û pisporê tenduristiya civakê me. Min baş dizanibû wê encama şer çi derxe holê.    ‘HDK ZEMÎNA SIBEROJÊ YE’    Saziya ez lê hevberdvkiyê dikim, dişibînim platformek ji bo mafê jiyanê ya mirovan û jiyanek birûmet pê bê. Bila pirsgirêka kurd bi aliyên siyasî bê çareserkirin û dayik negirîn. HDK zemînek siberojek hevpar a gelan diparêz e. HDK saziya hemû beşên civakê û ya bindestan e. Li dijî zextan hatiye avakirin.    ‘OHAL KIRIN PERGAL’    Li Tirkiyeyê civak hatiye asta du bendiyê. Dixwazin Tirkiyeyê bi nêzîkatiyek nijadperest û du bendiyê kontrol bikin. Bi OHAL û yasayên wê nêvenga zextan û tirsê hat înşakirin. OHAL ji îro pê ve pergal bixwe ye.”    ‘PÊDIVIYÊN DESTHILATDARIYÊ NE HEQÎQETE’   Hamzaoglu, di berdewamiya parastina xwe de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdar rastiyên xwe pênas dike, bi KHK’an fermî û ferz dike. Hemû beşên li dijî dewletê tesfiye dike û weke hedef nîşan dide. Ev yek li Tirkiyeyê bûye ji rêzê. Çi rast be bi qanûnan diyar dikin. Hemû tişt li gorî pêdiviyên dewlet û desthilatdariyê tên sererast kirin. Ji ber vê yekê li vê derê heqîqet tuneye. Em ê tu carî hebin hevparên vî sûçî. Nêzî 400 akademîsyen ji kar hatin avêtin. Bi sûcdariyên cuda hatin darizandin, girtin û binçav kirin. Bi girtina min ceza li min birîn. Aleta sûcê min 322 peyv, 21 rêz û 7 xal bû. Di binê wê de jî 9 îmzeyên saziyên hebûn. Di îdîanameyê de ji bo girtina min tu hincet tuneye. Ger daxuyaniya çapemeniyê sûc be, ez dîsan vê diparim. Li dijî şer, têkoşîna aştiyê bi rêve birin, yek ji erkên sereke yên sedsala 21’emîn a mirovahiyê ye. Ez dixwazim mîna mirovan bimînim.”   Beşdarvanên li salonê ji bo van gotin Hamzaoglu li çepikan xistin, lê şandeya dadgehê bi gotina “Ev der solana danişînê ye û em darizandinê dikin” mudaxileyê beşdarvanan kirin.    TUNCAELÎ: AŞTÎ PARASTIN YEK JI RASTIYA HERÎ BINGEHÎNE   Hevseroka Partiya Kesek û Pêşeroja Çep Ozlem Eylem Tuncaelî jî, di parastina xwe de wiha axivî: “Aştî parastina yek ji rastiyên min ên herî bingehîne. Li dijî şer derketin, di tuzuka bernameya partiya me de ye.”   KAYA:  JI BER KU ME AŞTÎ PARAST EM LI VÊ DERÊ NE   Hevserokê SYKP’ê Ahmet Kaya jî, diyar kir ku tenê ji bo belavokekê doz derbarê wan de hat vekirin û wiha axivî: “Hemû sûcên avitine ser me, ne sûcin. Ezê tim şatiyê biparêzim û li dijî şer derbikevim.”   OZDEMÎR: DARIZANDINA ME ŞERMA VÎ WELATIYE    Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hacer Ozdemîr jî parastin kir û wiha bilêv kir: “Her du hevserokên me Mehmet Aslan û Sebahat Tuncel ji ber faliyetên xwe yên siyasî girtîne û tên darizandin. Bi hezaran endam û rêveberên me girtîne. Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, dê darizandinên wiha bidomin. Êdî pêşiya siyaseta demokratîk hatiye  girtin û ev me dixe nava fikaran. Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî. Beşên muxalîf nayên qebûl kirin û gotinên wan tên terorîze kirin. Desthilatdar ger polîtîkayên me na ecibîne, dikare rexne bike, lê kirina mijara darizandinê şerma herî mezin a vî welatiye.”   Piştî parastina Ozdemîr, navbera nîvro ji bo danişînê hat dayîn. Piştî nîvro dê parêzer parastinê bikin.