Piştî Rewşa Awarte li Amedê tiştek neguheriye 2018-07-19 14:31:00   AMED – Piştî 2 salan Rewşa Awarte duh bi şev rabû. Lê wekî bajarên din li Amedê jî heta niha tiştek neguheriye û her tişt wekî berê ye.    Rewşa Awarte ku piştî hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê ya 2016’an hat îlankirin û ji mehan carekê 7 caran hat dirêjkirin, duh bi şev piştî 2 salan rabû. Piştî rabûna Rewşa Awarte ku rê li ber gelek texrîbatên mezin vekir, nûçegîhanên Amedê yên Ajansa Mezopotamyayê ji bo şopandina guhertinan derketin kolanan.    Lİ KOLANAN DÎSA MAŞîNEYÊN ZIRXÎ HENE   Nûçegîhanên ku li çar aliyên bajar geriyan, rastî tu guhertineke ber bi çav nehatin. Wekî her car maşîneyên zirxî yên polîsan li kolanên bajar tûr diavêjin û tundiya xwe ya li ser gel didomînin.   BENDÊN KONTROLÊ NEHATINE RAKIRIN   Bendên kontrolê yên polîsan ên ku qaşo di çarçoveya Rewşa Awarte de li cihên herî qerebalix ên bajar hatibûn danîn, hê jî li cihên xwe ne û nehatine rakirine. Bendên kontrolê yên li hemû deriyên Sûrê jî ku hê jî hin taxên wê ji ketina mirovên sivîl re qedexe ne, li cihên xwe ne û nehatine rakirin. Kesên ku bi wesayîtên xwe angot bi pêya dixwazin biçin Sûrê di kontrola polîsan de derbas dibin û wiha dikarin bikevin Sûrê û derin. Her wiha bendên kontrolê yên li ser rêya Zanîngeha Dîcle û Balefirgehê jî nehatine rakirin.    POLÎS BI ÇEKÊN LÛLE DİRÊJ DISEKININ   Wekî bendên kontrolên yên li nav bajar her wiha bendên kontrolê yên li her çar têketina bajar jî nehatine rakirin. Blokên betonê û kûleyên ku li van bendên kontrolê hatine bi cihkirin jî nehatine rakirin. Polîs wekî Rewşa Awarte hê jî bi çekên xwe yên lüle dirêj li van bendên kontrolê ne û wesayîtên ku ji wan guman dikin didine rawestandin. Polîs her wiha kesên di van wesayitan de jî di GBT’ê re derbas dikin û destûr didin ku derbasî nav bajar bibin.