Rojnameger Adnan Bîlen derket pêşberî dadger 2018-07-19 14:07:03   WAN – Rojnameger Adnan Bîlen ê bi îxbara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê kirine hat gilîkirin bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” di çarçoveya dozê de derket pêşberî dadger.    Rojnameger Adnan Bîlen ê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat îxrackirin, derket pêşberî dadger. Şaredariyê qeyûm birêve dibe îxbara Bîlen kir û dadgehê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê vekiribû. Danişîna ewil a doza Bîlen li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Bîlen û parêzerê xwe Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur tev li danişînê bûn.    Bîlen mafê axaftinê girt û sûcdariyên li dijî xwe red kir. Bîlen destnîşan kir ku sûcê li ser wî ji ber parvekirinên medya civakî yên bi salan berê ne û gelek parvekirinên nekiriye jî wek delîltiya sûc di dosyeyê de bi cih kirin e.    Parêzer Murat Tîmur jî anî ziman ku gelek parvekirinên medya civakî yên li dosyeyê bar kirine ne yên miwekîlê wî ne û ji ber vê yekê xwest lêkolîna parvekirinan bê kirin.    Dadgeha pişt re biryara xwe da û ji bo lêkpirsîna dosyeyê danişînê taloqî 6’ê kanûnê kir.