Yekem danişîna doza darizandina Hamzaoglu dest pê kir 2018-07-19 11:13:52 ENQERE - Yekem danişîna doza darizandina 12 siyasetmedarên Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu jî dinavê de dest pê kir.   Yekem danişîna doza darizandina 12 siyasetmedarên Hevberdevkê Kongreya Demokartîk a Gelan (HDK) û Akademîsyenê Aştîyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û Serokwekîl Gîştî ya Partîya Sosyalîstên Bîndest (ESP) Fadîme Çelebî jî navê de li Dadgeha Cezayê Giran a 11 a Enqerê dest pê kir. Li gel Hamzaoglu û Çelebî yên girtî, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Ahmet Kaya, Hevserokên Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Nacî Sonmez û Ozlem Eylem Tuncaelî, Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr û Hevberdevka SODAP’ê Kezban Konukçu yên derve de, tên darizandin beşdarî danişînê bûn.     Di heman demê de ji bo şopandina dozê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, parazvanên mafên mirovan ên ji derveyî welat û nivîskar Fîkret Başkaya beşdarî danişînê bûn.    Ji bo danişînê ewlekariya pir zêde hat girtin û ji ber salona danişînê biçûke, gelek  kesan nekarîn bikevin hûndirê salonê. Polîs û nêzî 30 cendirman li salonê ketin navbera kesên tên darizandin û kesên dozê dişopînin de.    Siyasetmedarên ji ber beşdarî daxuyaniya li dijî operasyona Efrînê bûn, hatibûn binçavkirin, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin, gel teşwîqê hirs û dijminantiyê kirin” tên darizandin.   Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir.   Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît berî danişînê, bi endamên MYK’a Partiya Keskan a Ewropa û Wezîrê berê yê Derdora Brukselê Evelyne Hueytebroeck, Parlamenterê Keskan ê Îsveç Bodîl Valero, Parlamenterê Partiya Kesekan a Alman û berdevkê Parlamentoya Keskan Margît Stummp re li ber Edliya Enqerê daxuyanî da çapemeniyê.    ‘DAXWAZÊN AŞTIYÊ KRÎMÎNALÎZE KIRIN’    Koçyîgît, daxunî da û wiha axivî: “Ji ber ku em li dijî dagirkeriya Efrînê, şer û talankirinê, bêmafî û bêhiqûqiyê derketin û me got tu pirsgirêk bi şer çareser nabin, li hemberî me operasyon pêk anîn.  Li welat qala aştiyê kirin, sûc hat dîtin û krîmînalîzê kirin. Hevalên me weke terorîst nîşan dan û kirin girtîgehê. Ez êrîş ne tenê li dijî me ye, di heman demê de pirgirêka tenduristiya gelekê ya şere.”   ‘BILA BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBE’   Koçyîgît, anî ziman ku girtina Onur Hamzaoglu û Fadîme Çelebî, yek ji mînakên herî balkêş ên têkoşîna aştiyê li Tirkiyeyê di bin kîjan şert û mercan de tê dayîn radixe ber çavan. Koçyîgît, di dewama axaftina xwe de wiha  got: “Aştî nirxê gerdûnî û mirovahiyê ye. Mîna duh emê îro jî xwedî li vê nirxê derbikevin. Emê tu carî destûr nedin naveroka şatiyê bê valekirin û krîmînalîze kirin. Şer tundiye, koçberî, tacîz û tecawize. Li dijî şer derketin, rûmeta mirovahiyê ye. Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”    Şandeyên biyanî jî mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin kesên li Tirkiyeyê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi rêve dibin.