Bavê Şivan Perwer jiyana xwe ji dest da 2018-07-19 11:01:23   RIHA – Bavê hunermendê kurd Şivan Perwer, Yunus Aygun di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    Bavê hunermendê kurd Şivan Perwer (Îsmaîl Aygun) ê li Elmanya dijî, Yunus Aygun di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Yunus Aygun li gundê Kayali yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê rûdinişt û li malê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aydun rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Hat zanîn ku dê cenazeyê Aygun li Goristana gundê Kayali bê definkirin.