Hat îdiakirin ku Tirkiye ‘Tirkmenan’ çekdar dike 2018-07-19 10:33:01 KERKÛK – Hat idiakirin ku Tirkiye bi sedan endamên eniya Tirkmen ji bo Kerkukê bi çek dike û muçeyê mehane û pêdiviyên jiyanî ji bo wan temîn dike. Endamê rêveberiya YNK’ê Xalid Şewanî diyar kir ku li gel agahiya hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê jê heye jî tu hewldan nayên kirin.     Li gorî îdiayê Tirkiyeyê bi sedan çekdarên eniya (Cebheya) Turkmenî li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl a navçeya Silopî ya Şirnexê perwerde dikin, bi çek kirine û dê bişînîn Kerkukê. Li gorî çavkanîyek ji herêmê ragihand diyar kir ku Tirkiye hêzek ji 600 kesî yên eniya (Cebheya) Tirkmen ji bo Kerkûkê amade dike û ev hêz hatiye bi çek kirin û 200 ji wan çekdaran li baregehekî leşkerî ya Silopiya perwerde kirine.    Hat zanîn ku muçeyê van çekdaran ji alîyê Tirkiyê ve li gorî pileya leşkeriyê ji 400 dolar destpê dike heya 800 dolar tê dayîn.    ‘AGAHIYA HER DU HIKUMETAN JÎ JÊ HEYE’    Endamê Rêveberiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Xalid Şewanî di der barê mijarê de axivî û got: “Ji bo ku lêkolînek berfireh were kirin me ev mijar ji hukumeta navendî ya Iraq û istixbarata Iraqê re ragihandiye û di der barê wê de hemû agahî dan. Lê li rexmê ku hem agahiya hikumeta navendî û hem jî hikumeta Herêma Kurdistanê heye jî, heya niha tu nerazîbun ne hatine nîşandan û ji bo rawestandina wan tu hewildan nehatine kirin.”