8 karker ji ber bêhna nexweş jehrî bûn 2018-07-19 09:51:26   EDENE – Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ya Haci Sabanci ji ber gaza celeb û jêdera wê nayê zanîn li fabrikaya kîmyasalê 8 karker jehrî bûn.    Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeya Haci Sabanci ya Edeneyê ji ber gaza celeb û jêdera wê nayê zanîn li fabrikaya kîmyasalê 8 karker jehrî bûn. Li gorî agahiyên li ber dest karkerên di fabrîkayê de dixebitin li ser bêhna nexweş tê wan û ji ser hişê xwe diçin. Notirvanê fabrîkayê agahî da ambulansê û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ekîba tenduristiyê jî ji ber bêhnê nikaribûn bikevin hundir. Ekîbên tenduristiyê jî agahî dan ekîbên AFAD’ê û hatin cihê bûyerê û 8 karkeran ji hundir derxistin û li ambulansan siwar kirin. Karkeran sewqî nexweşxaneyê kirin.    Hat zanîn ku du karkerên ji bêhnê bi bandor bûne rewşa wan giran e. Lêkolîna ekîbên AFAD’ê li fabrîkayê didome.