Zaroka ku dewletê xist bin parastinê 11 rojin agahî jê nayê girtin 2018-07-19 09:16:19 ENQERE - Zaroka 14 salî O.Ç. a dewletê xist bin parastinê û ji Mala Sevgî ya girêdayî Qeymeqamtiya Puksaklarê reviya, 11 rojin agahiyê jê nayê girtin. Xaleta O.Ç. Neslîhan Atalay, diyar kir ku ji ber wêneyên xarziyên xwe yên rastî lêdanê hatin di medya civakî de parvekirin, êdî destûrê nadin xarziya xwe ya 2 sal û 5 mehî E.B. jî bibîne.    Zaroka 14 salî O.Ç. û zaroka 2 sal û 5 mehî E.B. ên dayika wan yek û bavê wan cuda, yên li Enqerê dijiyan, piştî dayîk û bavê wan hatin girtin, bi biryara dadgehê di 6’ê Hezîranê de, li Mala Sevgî ya girêdayî Qeymeqamtiya Pursaklar a Midûryeta Civak û Xizmetên Bajêr hatin bi cih kirin. Xaleta wan Neslîhan Atalay xwest zarokan bigire ba xwe û ji bo serlêdana parastinê ji wê belgeya wekaletê hat xwestin. Atalay ji xwiş û hevjînê wê belgeya wekaletê ya tesdîqkirî girt û teslîmî rayedaran kir, lê vê carê jî ji bo wê hat gotin divê bibe wasî. Atalay ji bo bibe wasiyê xwiş û zavayê xwe, divê bên mehkûm kirin. Ji ber vê sedemê Atalay nekarî xarziyên xwe bigire ba xwe.    HER KU ÇÛ HEVDÎTAN XWAZIYÊN XWE BIRÎNÊN NÛ DI LAŞÊ WAN DE DÎTIN   Atalay a tim diçû serdana xwarziyên xwe, tim birînên nû di laşê xarziya xwe ya 2 sal û 5 mehî E.B. didît. Atalay, diyar kir ku xwarziyên we rastî tundiyê hat û wiha axivî: “Ewlekarekê E.B. ku guhê wê û nêzî aliyê devê wê birîn bûbûn û pêcemê wê qetiya bû, kirin hembêza min. Ewlekar bi xwe gava zarok da min got ‘Vê zarokê çawan wisan didin ziyaretvanan?’ Pişt re cardin gava çûm vê carê milê şîn kiribûn. Min hevdîtin bi berpirsiyarê komê re kir. Ji min re got ‘dibe ku ji ber qehrê guhê wê kotî bû be û gava xwîn ji milê wê girtine şîn bûbe.’ Her ku ez çûm hevdîtinê min birîn li ser laşê xwarziya xwe dîtin. Derbarê rewşa xwarziya min a biçûk de fikarên min hene. Herî dawî gava  çûm hevdîtinê, min agahiya xwarziya xwe O.Ç. a 14 salî ku bi du hevalên  xwe yên keç re di 7’ê Tîrmehê de ji malê reviyane girt.”    JI BER KU WÊNEYÊN WAN PARVE KIR ÊDÎ DESTÛR NAYÊ DAYÎN HEV BIBÎNIN   Atalay, anî ziman ku 11 rojin agahî ji xwaziya xwe O.Ç. nagire û wiha bilêv kir: “Ji min re gotin reviye. Polîs lê digerin. Tenê bi telefonê li min digerin û pirsa xwarziya min dikin. Ji ber ku min wêneyên xwarziya xwe ya winda ya bi xwarziya min a 2.5 salî re rastî tundiyê hat, di medya civakî de parvekirin, rayedarên saziyê xwarziya min a 2.5 salî nîşanî min nake. Ji ber ku destûr nedan xwarziya xwe bibînim, li ber deriyê saziyê min dest bi çalakiya rûniştinê kir. Ligel ku gotin roja Duşemê ewê xwarziya min nîşanî min bikin jî, lê dîsan nîşanî min nekirin.”   ‘ZAROKA KU DEWLET DIPARÊZE ÇAWAN DIBE KU BIREVE?’   Atalay, da zanîn ku zaroka ku dewlet diparêze çawan dibe ku bireve û wiha bilêv kir: “Ez agahî ji xwarziya xwe ya biçûk jî nagirim. Pir biçûke û bi tena serê xwe. Ji heskirina dayîk û bavê xwe dûre. Berpirsa koma saziyê berî bê mala min, ji min re got ‘Bi min re baş derbas bike, ezê bêm mala te lêkolîn bikim.’ Min jî ji wê re got ‘Tu gefan li min dixwî.’ Hatin mala min û ji bo xwarziyên min nedin min, tije prosedûr rêz kirin. Derbarê mijarê de rayedarên saziyê bi tu awayê agahiyan nadin mirov.  Dewlet derbarê zarokên dikin bin parastina xwe de, tu agahiyan nade.”   MA / Bêrîvan Altan