Stenbolî: Bi mayîndekirina OHAL’ê rojên tarî tên 2018-07-19 09:13:08 STENBOL – Welatiyê bi navê Vehbî Mucdejîoglu bertek nîşanî mayîndekirina OHAL’ê da û got: “Siberoja welatê te me qet ronî nîne. Li welêt demokrasî, hiqûq û edalet nemaye. Saziyek mirov pêbaweriya xwe bînin nemaye.”  Hikumeta AKP’ê piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê Rewşa Awarte (OHAL ) îlan kir 3u 7 caran dirêj kir. Welatiyên li Tirkiyeyê difikirin her çiqas OHAL rabe jî lê tenê navê wê radibe. Pêkanînên OHAL’ê dê bi teklîfa rêkirin Meclîsê bibin yasayî. Welatiyan bertek nîşanî mayîndekirina 3 salan a OHAL’ê didin û diyar kirin ku bi pêkanînên OHAL’ê qadên jiyane li wan hatine tengkirin û di bin zextan de ne.    ‘ELBET EW Ê ROJEK WINDA BIKE’    Adem Kiliç ê 40 salî got: “Jixwe OHAL’ê ji 3 mehan carek dirêj kirin û di jiyana me ya rojane de bicihkirin. Em li her qadê jiyanê di bin zextan de ne. Ev welat her tim me paş ve dibe. Ez li dijî OHAL’ê me lê em nikarin dengê ragihînin. Hemû çapemenî di bin destê wan de ne. Em dixwazin di nava aramiyê de bijîn. Em naxwazin serê her gavê maşîneyên zirxî hebin û lêgerîna li ser mirovan naxwazin. Îktîdara Erdogan dixwaze OHAL’ê mayînde bike. Elbet wê rojekê Erdogan û îktîdara xwe jî winda bikin.”    ‘SERÊ GAVÊ KONTROLA NASNAMEYAN DIKIN’    Tamer Guzel ê 27 salî jî destnîşan kir ku ew dixwazin demildest OHAL bê rakirin û wiha got: “15 sal e ez li Stenbolê dijîm. Cara ewil e ez wisa rastî kontrolên GBT’ê têm. Ev yek pir aşkere tacîz e. Ji roja OHAL hat îlankirin şûn ve zext li ser me hene. Niha jî dixwazin vê rewşê awartetir û mayîndetir bikin. Bi vî awayî dixwazin zextan dijwartir bikin. Di bin navê OHAL’ê de wê mirovan qetil bikin û paşê mohra terorîst e dê lê bidin. Di salên 80’î de jî vî welatî vê rewşê dît. Mayîndekirna OHAL’ê serdemên berê tîne.”    ‘LI VÎ WELATÎ OHAL HEYE’    Mehmet Gemîcî (50) jî anî ziman ku OHAL li tu deverê cîhanê nayê qebûlkirin û wiha axivî: “OHAL zerarê dide her kesî. Dema OHAL hebe kesek biyanî nikare were bi min re şîrîkatiya kar bike. Çimkî li vî welatî OHAL heye. OHAL zerarê dide bazirganiyê. Ji ber OHAL’ê bi mehan e kesî dernaxin dadgehê. Teqez em mayîndekirina OHAL’ê naxwazin.”    'EM BER BI ROJÊN TARÎ VE DIÇIN’    Vehbî Mucdejîoglu (52) jî diyar kir ku Tirkiye ketiye serdema rejîma “yekzilamî” û wiha got: “Erdogan dixwaze bi mayîndekirina OHAL’ê pozîsyona xwe qewîn bike. Siberoja welatê me qet ronî nîne. Em bi ber rojên tarî ve diçin. Li welêt demokrasî, hiqûq û edalet nemaye. Saziyek mirov pêbaweriya xwe bînin nemaye.”