Cotkar jî ji bihayê îsotan bi gazincin 2018-07-19 09:10:53 MÊRSÎN - Cotkarên li Mêrsînê ku yek ji navenda herî mezin a Tirkiyeyê îsop lê çêdibin, diyar kirin ku îsotên ji zeviyan erzan tên kirîn, li ser dezgehan bi bihayek zêde tên firotin. Colkaran, anîn ziman ku wan ji bankayê kredî kişandine û beramberî keda xwe nagirin.  Mêrsîn di hilberîna îsotan de li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de cih digire. Colkarên Mêrsînê û kesên îsotan dikirin jî ji ber bihayê îsotan bi qazincin. Colkarên li herêma Adanalioglu ya navçeya Akdenîza Mêrsînê yên hilberîna îsotan dikin, li gorî bihayên komîsyon diyar dikin, li zeviyan bi 90 quriş, an jî bi 1 TL10 qurişan difiroşin. Colkarên li market û dikanan rastî 3 qat zêdekirina bihayê îsotan tên, li hemberî vê rewşê dinava şaşwaziyê dene.  Cotkarên nikarin lêçûnên mazot, zibil, sera, karkeran û komîsyonan bidin, pereyên qezenc dikin, tenê lêçûnên wan pêşwazî dikin.    ‘EM HEQÊ KEDA XWE NAGIRIN’   Cotkar Îsmaîl Akgol, diyar kir ku ji ber polîtîkayên cotkariyê yên Hikûmetê, cotkarî ber bi tunebûnê ve biriye û wiha axivî: “Her sala derbas dibe em zêdetir zirar dikin. Ligel ku di salên dawî de qelîte û hilberîna salane zêde bûye jî, lê li gorî salên bûrî em fiyetan baş nabînin. Fiyetê herî zêde yê îsotan 1 TL 10 qiruşe. Niha ev fiyet me xelas nake. Hilberîna dibin ban de, kedek zêde û lêçûnek zêde dixwaze. Lê em heqê keda xwe dernaxin. Ji bo em hilberînê bikin me kredî kişand. Lê ji ber ku em nikarin hilberînên di zeviyan de bifiroşin, em nikarin deynê xwe jî bidin. Ji bo her donimekê îsotan, 2 û 3 hezar TL diçe. Kisekê zibil 90 an û 200 TL’an e. Lîtreya derman bi 150 an jî 500 TL’an e.  Ji xwe mazot jî 5 liraye. Di van şert û mercan de gelo cotkar çawan dikarin hilberînê bikin?”    LI ZEVIYAN CUDAYA Û LI DEZGEHAN CUDAYE   Akgol, bertek nîşanî firotina zêde ya îsotan da û wiha got: “Li bajarên îsot pir tên xwarin, bi fiyetê 5 lîra yan jî 6 lîran tên firotin. Tew li hin bajaran bi 10 lîran îsot tên firotin. Bi rastî ev yek me pir xemgîn dike. Li ser navê welatiyan êdî em xemgîn dibin. Em naxwazin bi fiyetek zêde îsotên me bên kirîn, lê em dixwazin bi fiyetekê ku heqê keda me bê dayîn, werin kirîn.”   ‘HILBERÎNER TÊK BIÇIN, DÊ WELAT JÎ TÊK BIÇE’   Colkar Şefîk Doglioglu jî, destnîşan kir ku ji ber îxracata îsotan tuneye, nikarin maliyeta wê derxînin û wiha got: “Cotkar êdî li şûna îsotan, berhemên din diçînin. Di vê rewşê de hilberîna îsotan dê rawest e. Ji bo lêçûna îsotan pereyên em didin, em nikarin cardin derbixin û em tim deyndar dimîn in. Em di rewşek pir zor dene. Em nikarin maliyeta xwe derbixin. Her roja derbas dibe, em zêdetir têk diçin. Bila ji bîr nekin, ger hilberîn têk biçe, dê welat jî têk biçe. Ji ber vê yekê divê demildest çareserî bibîn in.”