ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-19 09:00:17 * Li Dîlokê ji ber maddeyê sifir biha dibe, karê sifirkeriyê jî ber bi tunebûnê ve diçe. Esnafên ku serfkariyê dikin, diyar kirin ku sifir biha distînin û berhemên ku dineqişînin û teşe didinê nayên firatin û di destê wan de dimîn in.  * Welatiyê bi navê Vehbî Mucdejîoglu bertek nîşanî mayîndekirina OHAL’ê da û got: “Siberoja welatê te me qet ronî nîne. Li welêt demokrasî, hiqûq û edalet nemaye. Saziyek mirov pêbaweriya xwe bînin nemaye.”    * Cotkarên li Mêrsînê ku yek ji navenda herî mezin a Tirkiyeyê îsop lê çêdibin, diyar kirin ku îsotên ji zeviyan erzan tên kirin, li ser dezgehan bi bihayek zêde tên firotin. Colkaran, anîn ziman ku wan ji bankayan kredî kişandine û beramberî keda xwe nagirin.    * Hat diyar kirin ku qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê tayînê Şaredariya Xelfetî hat kirin, hemû xebatên rê yên berî hilbijartinê dabûn dest pê kirin, di nivî de hiştin û welatiyên dixwazin gilî û gazincên xwe bînin ser ziman jî, nahêlin bikevin avahiya şaredariyê.      * Li gundewarên navçeya Licê ji ber operasyonên leşkerî karê sewalkariyê anî asta xelas bûnê. Berê li herêma Licê 200 hezar serî pez û çêlek hebûn, lê niha hejmara van sewalan daketiye 30 hezarî.    * Endama Meclîsa Jinan a Stebolê Dîlara Gevrek, diyar kir ku ger Wezareta Jinan neyê avakirin, dê li dijî îstîmara zarok û qetilkirinên jinan çareserî neyê dîtin û got: “Di serdema nû de em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ger Wezareta Jinan tune be, em hene.”   * Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku piştî Lijneya Venêrtina Dewletê (DDK) Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm bi Serokomariyê ve hat girêdan, êdî Serokomarî dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike.    * Pirtûka Kurdî ya bi navê “Hespê Şeytên” a li ser çîrokên jiyana zarokên di pêvajoya  şer a salên 90’î de dijiyan hat nivîsandin, li Weşanxaneya Aryen hat weşandin.    * Zaroka 14 salî O.Ç. a dewletê xist bin parastinê û ji Mala Sevgî ya girêdayî Qeymeqamtiya Puksaklarê reviya, 11 rojin agahiyê jê nayê girtin. Xaleta O.Ç. Neslîhan Atalay, diyar kir ku ji ber wêneyên xarziyên xwe yên rastî lêdanê hatin di medya civakî de parvekirin, êdî destûrê nadin xarziya xwe ya 2 sal û 5 mehî E.B. jî bibîne.    * Nobeta Edaletê ya rêxistinên hiqûqî ji bo hempîşeyên xwe li Edliya Çaglayanê dabûn destpê kirin, dê di heftaya 68'emîn de berdewam bikin. (11.30)    * Malbatên Roboskî, di hefteya 342'yemîn de dê ji bo lêgerîna edaletê, li ser gorên xizmên xwe kom bibin û daxuyanî bidin. (16.30)   * Danişîna doza derbarê polîs Îlyas Mekîklî yê ji maşineya zirxî ya tîpa Kobra ya  li ser Cadeya Cengîz Topel a navçeya Gevera Colemêrgê gule barand û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Amedê bê dîtin.  (11.00)