Danişîna Yuksekdag hat taloqkirin 2018-07-18 15:41:14   EDENE – Dadgehê danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a bi îdiaya “endamtiya MLKP’ê” dihat darizandin taloq kir.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 2012’an de doz li Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 7 kesên din bi îdiaya “MLKP’ê ava kirin e û birêvebirin e” û “Propaganda rêxistinê kirin e” vekiribû. Danişîna 14’emîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Yuksekdag beşdarî dozê nebû û hin parêzer amade bûn. Dadgehê diyar kir ku hin kesên tên darizandin mazeret nîşan dane û bi boneya kêmasiyên dosyeyê temam bibin danişînê taloqî dîrokek pêş kir.