ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-19 09:00:12 *Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku divê êdî jin ji weziyeta serhildan û îtirazê ber bi weziyeta avakirinê ve biperisin û wiha got: “Wek a ku jinên Şoreşa Rojavayê dikin. Li dijî pergalên serdest û modernîst ên nêrza êdî dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz hatiye.”  *Qeyûm pêşî navê “Navenda Jiyanê ya Zarokan a Hinarê” guherand û paşê jî navend girt. Li vê navendê tevgerîneke li hemberî pêgirtîbûna madeyê hebû.    *Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê û siyasetmedar Akin Bîrdal, di warê binpêkirina mafan de Tirkiyeya salên 90'î û ya 2017'an berawirdî hevdu kir û wiha got: "Em li cihekî ku ji salên 90'î xerabtir û talûketir in."    *Yek ji aşiqa jin û hozana gel a Tirkiye Îlkin Manya (Sarıcakiz) e. Manya, ku pîşeya wê mamostetî ye, hem ozana gel û hem jî werjîşvan e. Manya, diyar kir ku ji ber ew stranên xwe ji bo aştî û rastiyan tînim ziman têm wêderkirin.    *Dibe ku di serdema nû ya Meclîsê de parlementeriya Leyla Zana bê betalkirin. Dema Zana hat hilbijartin jê hatibû xwestin ku sonda ku xwariye dubare bike, lê belê Zanayê dubare nekir. Lê belê heke Zana daxwaza mafê parastinê bike, dê jê bê xwestin ku dubare sondê bixwe.    *Girtiyê siyasî Ozay Ozer ku li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin, ragihand ku hevalên wan Bulent Akar û Leşker Acar ji cem wan birine û ji roja ku birine ew tu agahiyê ji wan wernagirin.    *Li girtîgehê hin beşên nameyên girtiyan ku bi riya wan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan radigîhin, bi hinceta "bifikare" ne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin sansurkirin.    *Şaredariya Çinarê, di çarçoveya xebatên xwe yên riyên gundan de ji sala 2014'an heta niha 152 kîlometre rê çê kiriye.    *Di doza ku der barê biraziyên Mehmet Şîrîn Kocakaya ku li ber çavê malbata wî bi îşkenceyê hat kuştin, hatibû vekirin de biryar hat daxuyandin. Dadgehê bi îdiaya ku operasyon û peywira leşkeran asteng kirine bi giştî 10 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li zarokan birî.   *Li Stenbolê Rojên Çand û Hunera Kurdî ya 3'yemîn a Stenbolê dest pê dikin. Şanoger Rûgeş Kirici têkildarî bernameyê agahî dan û got ku ew li benda her kesî ne.     *Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku 19 sal e tecrîd didome û ev tişt got: "Ev çalakiyên li dijî tecrîdê bi rojan e li Ewropayê dewam dikin, divê di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû cîhanê belav bibin."   *Naîde Uçar ku 20 sal in di zeviya Hinaran dixebite, diyar kir ku ji ber giraniya kar li pişt û stuyê wê fitiq peyda bûye, lê belê tevî vê yekê jî keda jinê nayê dîtin.    *Hat diyarkirin ku 26 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê û 12 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê sewqî Girtîgeha Patnosê hatine kirin, bi lêgerîna tazî, derbkirin û îşkenceyê re rû bir û mane.    * Rûniştina doza Midure TEM'e ye Stenbole Yurt Atayun u  Omer Kose ji di navde 11 polis u dozger Bilal Bayraktar en tekildari doza doza "Çapemeniya KCK'ê" ten darizandin  dê li li 26'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Rûniştina doza Hev Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Huseyin Aykol dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Rûniştina doza tacîzkar C.S. yê zaroka 15 salî A.Y. , dê li 3'emin Dadgeha Cezayê Giran a Edene bê Dîtin. (10.30)   * Heyeta  Îmraliyê bi armanca balê bikişîne ser rewşa Ocalan û agahiyên der barê tenduruistiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de belav dibin, dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12:00)