Ji bo Mehmet Tunç serî li AYM’ê dan 2018-07-18 13:23:28   ŞIRNEX – Dozgeriyê têkildarî mirina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç biryara neşopandinê da. Piştî vê biryarê parêzeran serlêdana ferdî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14’ê kanûna 2015’an û 2’ê adara 2016’an de “qedexeya derketina kolanan” hatibû îlankirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç jî bi sedan welatî re di jêrzemînên avahiyan de asê mabû û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Tunç lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di 16’ê Nîsanê de biryara neşopandina lêpirsînê dabû. Pişt re dosye şandin Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê. Parêzerên malbata Tunç di 5’ê hezîranê de îtîraz kiribûn û ev îtîraz jî di 13’ê hezîranê de hatibû redkirin. Piştî vê biryara redkirinê parêzeran duh bi awayek ferdî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    Ji Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Newroz Uysal diyar kir ku wan li ser redkirina îrazê serî li AYM’ê daye û got: “Lêkolînên divê dozgeriyê ewil bikira lê hêj nekiriye. Heta niha me xwe ne gihandiye girtek û belgeyên Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. Lêpirsînê bi belgeyên îfadeyên şahidên nepen birêve dibin û bi encam dikin.”