Daxwaza hevdîtina bi Ocalan cara 772’yemîn hat redkirin 2018-07-18 12:39:49   STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 772’yemîn red kir.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Muharrem Şahîn bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 772’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Dozgeriyê îro bersiva serlêdanê da û red kir.    Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 772 caran bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “koster xerabe ye”, “koster di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.