KCD’ê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir 2018-07-18 12:04:37   AMED – KCD’ê bi peyamekê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û kesên di vê şoreşê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.     Kongrey Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava peyamek nivîskî weşand.    Peyama KCD’ê wiha ye: “   “Wekî her sal em îsal jî 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi moral, kelecan û coşeke mezin pîroz dikin. Şoreşa Rojava di serî de li gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz be.   Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinan pêş ket, di nava şeş salan de guherînên mezin ên şoreşî-civakî pêk anî û bi şahidiya mirovahiyê destanên mezin di nava rûplên dîrokê de nivîsand. Her geşendan û nirxên nû yên derxist holê û bi xwe re vîna mirovan, rêxistiniya wan û hêza cewherî ya gelan derxist holê.   Şoreşa Rojava li hemberî modernîteya kapîtalist û sîstema paşverû-dagirker a herêmî, ji hemû gelên Rojhilata Navîn rêya azadî serfiraziyê vekiriye û bûye modela alternatîf. Şoreş sîstemek nû ya ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn ava kiriye û ev sîstem bûye şewq û hêviya hemû gelan. Sîstema li ser bingeha nirxên demokratîk û civakî hatiye avakirin, li Sûriyeyeke demokratîk ji hemû gelan, bîr û baweriyan, çandan re bûye projeya jiyana bi hev re ya di nava aştî, wekhevî û biratiyê.  Her wiha ev sîstem bûye temînata azadiya gelan.   Şoreşa Rojava bi Kurdistan û Sûriyeyê re li seranserê Rojhilata Navîn bûye modela avakar û pêla şoreşa nû ya azadî-demokratîk bi xwe re derxistiye holê. Hêzên dagirker û paiverû yên herêmî şoreşê wekî gefekê dîtine û çeteyên DAIŞ’ê şndin ser vê şoreşê.    Bi azadkirina Kobanê, Minbiç, Reqqa û bajarên din re di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî sîstema dagirker a herêmî serkeftin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ne tenê ji bo gelê kurd di heman demê de ev şoreş bûye berxwedan û serkeftina hemû gelên herêmê û wijdanê hemû mirovahiyê.   Xwedîderketin, destek dayîn û jiyandina şoreşa Rojava tê wateya jiyandin û xwedîderketina daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn.   Di çarçoveya van nirxandinan de, em 6’emîn salvegera Şoreşa li gelê me yê welatparêz ku ev şoreş pêk anîne, şervanên enternasyonalist û hemû hêzên demokratîk ên navneteweyî û neteweyî yên keda wan di vê şoreşê de çêbûnê spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin.   Hemû cangoriyên bi jiyana xwe ev şoreş pêk anîne bi rêzdarî û minêtdarî bi bîr tînin.”