Polîsê li Wanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da 2018-07-18 12:03:39   WAN – Li Wanê 3 roj berê di malek ku pevçûn derketibû de polîsê tîmê taybet Ahemt Altun vê sibehê jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Yalim Erez a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 3 roj berê li polîsan bi ser malekê de girtibû. Di kêliya operasyonê de pevçûn derket û du kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 3 polîs jî birîndar bûbûn û 6 kes jî binçav kiribûn. Hat zanîn ku polîsê tîmê taybet Ahmet Altun ê di pevçûnê de birîndar bûbû vê sibê jiyana xwe ji dest da