Aktar: OHAL û îşkence mayînde dibe 2018-07-18 10:52:10 AMED – Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku heke sererastkirina teklîfa qanûna pêşkêşî Meclîsê hat kirin bibe biryarek dê OHAL mayînde bibe û ji bo kiras ji îşkenceyê re bîbînin dema dirêjkirina binçavkirinê derketiye 12 rojan.  Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin. Tê gotin ku dê îro OHAL bi dawî bibe û di şûna OHAL’ê de gelek pêkanînên dibin biryarname tînin. Teklîfa sererastkirina qanûnên li şûna OHAL’ê bên bicihkirin şandin Meclîsê. Piştî ev sererastkirina qanûna bê qebûlkirin, rayedariya waliyan zêde dibe, dema binçavkirinê derdikeve 12 rojan û gelek pêkanînên nû bi xwe re tîne.    ‘DÊ ÎŞKENCE ZÊDE BIBE’    Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar sererastkirna nû ya piştî OHAL’ê nirxand. Aktar diyar kir ku li gorî sererastkirina nû dema binçavkirnê derketiye 12 rojan û di OHAL’ê de jî 14 roj dema binçavkiribû û wê dirêjkirina dema binçavkirina bi zora lêpîrsînekê neyê aşkerekirin. Aktar destnîşan kir ku dixwazin bi dirêjkirina dema binçavkirinê kirasek ji îşkenceyê re bibînin û got: “Îşkence tenê ne fîzîkî ye. Dema kesek di bin zextên derûnî de bê hiştin jî îşkence ye. Dema lêpirsînek di bin îşkenceyê de pêk bê em nikarin behsa darizandinek adilane jî bikin.”    ‘EV SERERASTKIRIN NE HIQÛQÎ YE’    Aktar rayedariya nû didin waliyan jî nirxand û got: “Walî dikarin kesek bi guman bibînin ketin û derkeitna ji bajarekî bi dema 15 rojan asteng bikin. Dikari xwepêşandan û meşan û civînan asteng bikin. Di OHAL’a salên 90’î de waliyên herêma OHAL’ê hebûn. Ew walî xwedî rayedariya dikaribûn kesek derxin deveyi herêma OHAL’ê. Ew rayedarî jixwe rayedariyek karesatî bû. Niha jî radibin û pratîkên wê serdemê dubera dikin. Sererastkirinên nû dê ne li gorî kirasên hiqûqî be. Ev yek hem li dijî ewlehiya kes û binpêkirina azadiya seyahata kesekî ye. Ev biryar di esasê xwe bi awayek fîlî de li derveyî kontrola darazê ye. Ji ber vê yekê dema 15 roj dem dirêj bibe di esasê xwe de em ê bibînin ku dê ev maf bêtir bên bisînorkirin.”     ‘OHAL MAYÎNDE DIBE’    Aktar anî ziman ku teklîfa qanûnê ya pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin li dijî standartên demokratîk ên navneteweyî ne û got: “Piştî ev sererastkirin wek biryarê ji Meclîsê derkeve wê OHAL di jiyana me de mayînde bibe.”