KADAV: ducaniya zarokên Sûriyeyî îhlala zagonen navneteweyî ye 2018-07-18 10:22:04   STENBOL - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê ya Stenbolê Mursel Firat, têkildarî zarokên Sûriyeyî yên ducanî man û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiye ya Bagcilarê ser wê bincil kir, bertek nîşan dan û got: "Ji ber ku pirani zarokên Sûriyeyî ducanî mane û serî li meqamên edlî nedane îhalal zagona e û ev milê çiyayê Qeşayê yê tê dîtin e. Dildarê KADAV'ê Ozgul Kaptan jî anî ziman ku ev rewş li dijî zagonên navneteweyî ne û îhlala zagonan e.   Di salek dawî de bi sedan zarokên ducanî man û serî li nexweşxaneyan dan ser wan hatin nixumandin. Ewil li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kanuni Sultan Suleyman a Kuçukçekmeceyê derket holê ku 115 zarokên ducanî serî li wan daye û ev yek bi meqamên edlî re parve nekirine. Herî dawî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bagcilarê jî derket holê ku 392 zarokên piraniya wan Sûriyeyî ne ducanî mane û serî li nexxweşxaneyê dane. Lê rayedarên nexweşxwaneyê ev yek veşartibûn.    Têkildarî mijarê  Hevserokê Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê ya Stenbolê Mursel Firat û Dildarê KADAV'ê Ozgul Kaptan bertek anîn ziman û helwesta rayedaran şermezar kirin. Dildarê KADAV'ê Ozgul Kaptan, diyar kir ku îstîsmara li Bagcilarê derket holê ne mijarek nû ye û wiha got: "Piştî rayedarên hikûmetê got 'Kesek dikare bi zaroka 9 salî re bizewice' bûyerên bi vî rengî dest pê kir. Daxuyaniyên hikûmetê hêz û werêkiyê didin îstîsmarkaran. Ev kes nayên cezakirin. Niha bi awayekî fîîlî temenê zewacê daxistine 15 salan. Bi taybetî li ser civakên ku ji cih û warên xwe bûne van polîtîkayan pêş dixin. Li şûna zarokên civakên ku koç kirine bişînin dibistanê û wan perwerde bikin, dixwazin ku wan bidin zewicandin. Malbatên Sûriyeyî zarokên xwe di nava hevde didin zewicandin. Bi welatiyên Tirkiye re jî didin zewicandin. Em der barê zarokên keç ên Sûriyeyî de bi hêsanî nikarin agahiyan bistînin. Malbat bêtir tercih dikin ku van bûyeran veşêrin."    Kaptan, da zanîn ku ev rewş binpêkirina zagonên navneteweyî ye û wiha bi dawî kir: "Yên dibînin îxbar nakin. Divê beri her tiştî rê li pêş van bûyeran bên girtin. Divê personelên tenduristiyê van bûyeran ji mercên edlî re bêjin. Ev ne pirsgirêka çandê ye. Ev îhlala zagonên navneteweyî ne. Li vî welatî temenê zewacê 18 sal û jora 18 salî ye."    DUCANIYA ZAROKAN ZILM E    Hevserokê Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê ya Stenbolê Mursel Firat, jî anî ziman ku ducaniya zarokan zilmek mezin e û wiha got: "Di polîtîkayên tenduristiyê de Navenda Şopandina Zarokan mecbûrî ye. Divê li van navendan derûnînas, mamoste û xizmetkarên civakî hebin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê ev navend tune ye. Li 59 bijîşkan lêpirsîn hatiye vekirin, lê pisporê xizmeta civakî tune ye. Çima ev navend tune ye? Dema van zarokan tînin nexweşxaneyê 2 caran mafên wan tê îhlalkirin. Hem malbat mafê wan îhlal dike û hem jî ji ber ducanî dimînin îhlal dibe. Nemû bûyerên edlî ne. Divê bijîşk û personel vê yekê ji saziyên edlî re bêjin. Di serî de divê polîtîkayên perwerdehî, tenduristî aborî û civakî bên guhertin. Bûyera ku li Bagcilarê derket holê milê çiyayê qeşayê yê hiliya ye. Milê nayê dîtin jî heye. Em wekî kedkarên tenduristiyê dê van bûyeran bişopînin û şopdarê vê yekê bin.    MA / Necla Demir