Biryara ‘neşopandinê’ dan dosyeya xebatkarê NÇM’ê Balikesîr 2018-07-18 10:00:46   ŞIRNEX – Lêpirsîna derbarê mirina xebatkarê NÇM’ê Îslam Balikesîr ê di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” bi bêşopanî encam bû.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14’ê kanûna 2015’an û 2’ê adara 2016’an de “qedexeya derketina kolanan” hatibû îlankirin. Bi sedan welatî di jêrzemînên avahiyan de birîndar asê mabûn. Yek ji van kesên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest da jî xebatkarê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Îslam Balikesîr bû. Têkildarî mirina Balikesîr lêpirsîn hatibû destpêkirin û ev lêpirsîn bi bêşopanî bi encam bû.    ‘TESPIT’ HEYE LÊ DELÎLTIYA ŞÊNBER NÎNE   Hinceta neşopandina dosyeya Balikesîr wek “endamtiya rêxistinê” hat nîşandan. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara “bêerkî” da û dosyeya şand Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê. Serdozgeriyê îdia kir ku Balikesîr bi hêzên ewlehiyê re peçvûye û cih da tespîta di nav “xebatên çekdarî” de cih girtiye.    Balkêş e derbarê “tespîta” hatiye nîşandan de tu delîlek şênber nîne.    TIRYAKKÊŞ KIRIN ŞAHID    Di biryara “Neşopandinê” ya ji aliyê Serdozgeriyê ve hat dayîn hûrguliyên doz û hin lêpirsînên bi salan berê yên li Colemêrgê hatin bibîrxistin. Dosyeya dozên li Colemêrgê ya derbarê Balikesîr de îfadeyên şahidên nepen cih digire. Di dosyeyê de tê diyarkirin ku ev şahidê nepen madeyên hişbir dikişîne. Di dosyeyê de balkêş e ku ev kesê şahidê nepen ê madeyê hişbir dikişîne navê Balikesîr jî ne aniye ziman.    Di rapora otopsiyê ya Balikesîr de jî hatibû diyarkirin ku beden bûye xwelî û parçeyek aîdî bedena mirovan e.