Bavê zaroka wî rastî îstîsmarê hat bang kir: Tu carî ser îstîsmarê negirin 2018-07-18 09:26:23 WAN -  Bavê ku zaroka wî rastî îstîsmara zayendî ya O.B. hat, bang li malbatan kir û got: “Bila tu kes zarokên xwe sûcdar nekin û bûyerên îstîsmarê weke ‘bûyerên namûsê’ nebîn in û ser negirin. Piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ji bo ku sûcdar ceza bigirin jî, têbikoşin.”  Li Wanê, zaroka 14 salî ya astengdara mejî, ji bo dermankirina xwînîbûnê çû gel kesê 68 salî O.B. û rastî îstîsmara wî ya zayendî hat. Zarok piştî 3 salan çû bijîşk û di rapora bijîşk da de, bûyer derket holê. Bavê, zaroka wî rastî îstîsmarê hat, têkoşîna hiqûqî ya piştî bûyerê da meşand û rewşa malbatê ya ketin tê de, vegot.    'EM JI BIJÎŞK FÊR BÛN’    Bav, diyar kir ku piştî 3 salan, li nexweşxanê agahiya wî ji bûyerê çêbû û wiha got: “Ji bo tedawiya keça xwe, em çûn gelek nexweşxaneyên Wanê, lê tu çareserî nehat dîtin. Herî dawî bijîşkan em sewqî Stenbolê kirin. Em jî çûn nexweşxaneya Stenbolê. Bijîşk ji bo hin testan ji min re nivîs anî û xwest ez îmze bikim. Min jî kaxiz îmze kir û dûre ji min re got ‘bijîşkekê pisporê welidandinê ya jinan keça we kontrol kiriye û gotiye keça we rastî îstîsmarê hatiye.’ Bijîşk pirsa ‘gelo we dizanî keça te rastî îstîsmarê hatiye?’ Min jî got ‘na.’ Di wê kêliyê de ez perîşan bûm. Keça min ji bijîşkan re gotibû, rastî îstîsmara O.B. hatiye. Gava bijîşk navê O.B. got, min nexwest bawer bikim. Ji ber ku kesek kal bû û tim gunehê wî bi halê me dihat.  Wê demê bijîşkan got ‘hûn gilîdarin, an na?’ Min jî got ‘ez gilîdarim’ û pêvajoya hiqûqî wiha dest pê kir.    'DERÛNIYA KEÇA MIN NE BAŞE'   Bav, anî ziman ku derûniya keça wî pir nebaşe û wiha got: “Derûniya keça min pir xera be. Heya niha 5 caran xwest întîhar bike. Di saya dayîk û xwişka xwe de tim hat rizgarkirin. Gelek caran derket serban û gelek caran jî derman vexwarin. Bi şevan tim kabûsan dibîne. Di cihê xwe de direcife. Tim qarîn dike û dibêje naxwaze bijî. Em bi malbatê ji wê re dibêjin ‘Keça min tu sûcekê te tuneye. Ji xwe dê ew zilam cezayê xwe bikişîne.’ Keça min jî dibêje ‘Gelo dê jiyana min a ji vir û şûnde dê çawan be?’ Tim dinava fikaran deye.”   'XWEDÎ ZAROKÊN XWE DERBIKEVIN’    Bav, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Keça min tim gel mine. Ji vê saetê û şûn de li şûna ku em zarokan bişkînim û ji xwe dûr bixim, divê em xwedî wan derbikevin. Di vê mijarê de ez bang li hemû kesan dikim ku xwedî zarokên xwe derbikevin. Tu sûcê zarokan tuneye. Bila malbat baweriya xwe bi kesên tucarên ol, îstîsmarên ol û îstîmarê tipe neyin in.  Em xapiyan, bila tu kes din nexape. Keçên me hemûyan hene. Zarokên me derdikevin kolanan û nizanîn dê çi bijîn. Bûyerên wiha, dibe ku bê serê me hemûyan. Bila tu kes zarokên xwe sûcdar nekin û bûyerên îstîsmarê weke ‘bûyerên namûsê’ nebîn in û ser negirin. Piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ji bo ku sûcdar bên ceza kirin jî, têbikoşin.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Bav, banga piştevaniyê li hemû derdorên bi hestiyar kir û  wiha bilêv kir: “YAKA-KOOP di warê manewî de piştgirî da me. Lê em li benda piştgiriyek hîn mezintirin. Di vê dozê de me bi tenê nehêlin. Bi malbatî em rojên pir zor û zehmet derbas dikin. Pêdiviya me bi piştgiriya manewî heye.  Pêvajoya muayne, kontrol, psîkiyatrî û psîkolojîk a zaroka min berdewam dike. Em tim bi vê re eleqedar dibin. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi alîkariya madî û manevî heye.”   ‘EZ NE DARVEKIRIN, MUEBETÊ DIXWAZIM’   Bav, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nîqaşên darvekirinê pir samîmî nabînim. Kesên sûcên îstîsmarê dikin, divê bên cezakirin. Ji ber vê ne darvekirin, dixwazim muebet ji bo wan bê dayîn.     MA / Mahmut Ruvanas