ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-18 09:00:33 *Hevserokên TEV-DEM’ê yên Kobanê Ayşe Efendî û Ehmet Şêxo, di 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya bandora wê li ser tevahiya Rojhilata Navîn kir, vegotin. Şêxo, diyar kir ku şoreşa gelekê li Rojhilata Navîn mîna modelekê bilind dibe. Ayşe Efendî jî, anî ziman ku li cihek mîna Rojhilata Navîn jin dibûn artêş, xwe birêve dibirin û gelê xwe diparastin. * Bavê ku zaroka wî rastî îstîsmara zayendî ya O.B. hat, bang li malbatan kir û got: “Bila tu kes zarokên xwe sûcdar nekin û bûyerên îstîsmarê weke ‘bûyerên namûsê’ nebînin û ser negirin. Piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ji bo ku sûcdar ceza bigirin jî, bila têbikoşin.”    * Aktîvîsta VAKAD’ê ya bi KHK’ê hat girtin Songul Ozînver diyar kir ku bi girtina sazî û dezgehên jinan û zarokan re bûyerên îstîsmarê zêde bûne û nebûna rêxistinên civaka sivîl ên piştevaniyê bidin bêtir mexduriyetî diqewime.     * Mêşên hingiv ên Kafkas ku tenê li Erdexan û Artvînê dijîn, hingiva cihanê ya herî qalîte hildiberînin. Asker Yilmaz ê 17 salin mêşên Kafkas xwedî dike, diyar kir ku herêma Erdexanê, herêmek îzolasyona mêşêm Kafkase.”   * Şêniyên taxa Gozce ya navçeya Bozyazi ya Mêrsînê kana keviran a berê vebûbû xebatên wê sekinandin û vê carê jî heman şirketê li heman herêmê kana mermer vekir û niha jî li dijî vê têdikoşin.    * Welatiyên Colemêrgê diyarin kirin ku Leyla Guven a ku bû parlamentera Colemêrgê îradeya wan e û got: “Em dixwazin demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.”     * Nexweşê pençeşêra çerim Mehmet Arslan ê 14 mehan di girtîgehê de rastî binpêkirinên mafan hat, vegot. Arslan, diyar kir ku tedawiya wî hat astengkirin û ew bi paşve kelepçe kirin û wisan birin nexweşxanê. Arslan, anî ziman ku 14  mehên girtî ma weke îşkenceyê derbas bûn.   * Ertugrul Barka yê ekolojîst diyar kir ku daristanên li Tirkiyeyê naşewitin dişewitînin û got: “Dixwazin hilweşandina aborî ya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî bikin.”    * Di bazara semte de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin. Bazarvanan, diyar kirin ku li gorî salên derbasbûyî bûhayê hemû tiştan 3 qat giran bûne.     * Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ê tayînê Şaredariya navçeya Xelfetê hat kirin, Parka 4’ê Nîsanê ya ji bo çalakiyên roja ji dayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2015’an de hat çêkirin, ne paqij dike û ne jî destûr dide welatî lê mêze bikin. Qeyûm park weke ku terkî qedera wê kiri be.    * Li hin taxên Dîlokê, têlên ceyranê yên li ser berê mal û avahiyan re derbas dibin, bûn sedem ku dinava 5 salan de 7 zarok ceyranê bigirin û bi giranî birîndar bibin. Welatiyên taxê yên dinava tirsê de dijîn, xwestin ku têlên ceyranê bixin bin erdê û banga hewstiyarê li rayedaran kirin.   * Li Dersimê, şopa jinên pisporên hekîmtiya xwezayî dikirin, jina 90 salî Fîraz Kama berdewam dike. Kama bi rêbazên xwezayî nexweşan derman dike û heya roja îro beşdarî gelek welidînên zarokan bûye.     * 4'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê  Selahattîn Demîrtaş dê li Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn a Enqerê, li Edliya Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10:00)   * Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen dê di Meclîsê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (10:30)   *Doza Rojnameger Can Dundar û Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu ya Tirên MÎT'ê, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 14'emîn a Stenbolê bê  dîtin. (14.00)