Piştî topbarana leşkerî agir bi daristana Çiyayê Gabarê ket 2018-07-18 08:10:26   ŞIRNEX – Li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê piştî leşkeran hawan û top ji qereqolê avêtin qada daristanî, agir bi daristanê ket.    Li herêma Çiyayê Gabarê ku di navbera Cizîr û Şirnexê de ye, piştî leşkeran ji qereqolê top û hawan avêtin qada daristanê, li qada daristanê şewat derket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku piştî li qada daristanê şewat derket, şewata daristanê didome û belav dibe. Welatiyan anîn ziman ku şewata daristanê li qadek fireh belav bûye û kes mudaxale nake.