10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk 2018-07-17 17:08:09 MÛŞ- 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk hat birîn û ji bo hevdşaredar Fîgen Yaşar jî, dosyeya wê hat cudakirin û biryara berdanê hat dayîn.  Danişîna biryarê ya doza Hevşaredarên navçeya Kopê ya Mûşê, Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk ên di operasyona 23’yê Nîsana 2016’an de hatin girtin, hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat dîtin. Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Rahîm Çelîk hat birîn û ji bo hevdşaredar Fîgen Yaşar jî, dosyeya wê hat cudakirin û biryara berdanê hat dayîn.