Li Şemrexê pevçûn: Karkerên TPAO’yê şandin kifşa operasyonê 2018-07-17 16:46:23 AMED – Li herêma Çemê Reş a navçeya Şemrexê leşkeran operasyona leşkerî da destpêkirin û pevçûnên dijwar diqewimin. Hat ragihandin karkerên TPAO yên li herêmê li petrolê digeriyan bi cerdevanan re pêşiya operasyonê şandine kifşa eraziyan.    Li çoltera herêma Çemê Reş a navçeya Şemrexê ya Mêrdînê pêr leşkeran operasyon dabû destpêkirin. Du roj in operasyon didome û bi operasyonê re pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandin duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn û mirî û birîndar hene. Çavkaniyan diyar kir ku mirî û birîndaran bi ambulansan rakirine nexweşxaneyên li Amedê.    BI KARKERÊN PETROLÊ KIFŞA ERAZÎ DIKIN    Çavkaniyan anî ziman ku beriya operasyonê cerdevanên gundan ji bo kifşê şandine herêmê û xebata lêgerîna petrolê ya karkerên taşeron a di bin banê Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) de dixebite ji aliyê leşkeran ve hatiye rawestandin. Çavkaniyan got karkerên petrolê jî bi cerdevanan re beriya operasyonê şandine kifşa eraziyan.    Hat zanîn ku li herêmê operasyon didome û dem bi deman pevçûn diqewime.