Banga tevli danişîna Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu bibin 2018-07-17 15:44:13   STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji bo danişina Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu  ku di 19'ê Tîrmehê de li Enqere bêdîtin banga tevlêbûna danişînê kir. Koçyîgît, diyar kir ku têkoşîna me ya ji niha û şûnde jî dê ji bo aştiye be.      Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo danişîna doza  Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, li avahiya navendî civîna çapemeniyê pêk anî. Endam û nûnerên HDK'ê ji bo doza Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu ku roja pêncşemê 19'ê Tîrmehê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin civîna hevpar pêk anî. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Berê Ertugrul Kurkçu û hevparên HDK'ê amade bûn. Li salonê wêneyê Onur Hamzaoglu ku girtî tê darizandin jî hat vekirin. Ewil Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî û xwest her kes ji bo aştî û demokrasiyê bêtil mil bidin hev û li gel hev têbikoşin. Koçyîgît, anî zimanku ev rojên tarî ne û ji bo rojên aştî û demokratîk bêtir pêdiviya wan bi têkoşîna hevpar a demokratîk heye. Koçyigît, ji her kesî xwest bêtir li aştî, demokrasî û mafên mirovan xwedî derkevin û bêtir bi hevre têbikoşin. Koçyîgît, bang li her kesî kir ku jibo Hamzaoglu, biçin ber edliyê û tev li danişîna dozê bibin.   Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu jî xwest piştevaniyê bêtir xurt bikin û wiha got: "Hikûmetê piştî hilbijartina 24'ê hezîranê li ser hev 16-17 biryarname derxistin. Bi lez û bez dewletê li gorî xwe bi rêxistin dike. Divê em destûr nedin vê yekê û em piştevaniyê bêtir xurt bikin.    DOZ SIYASÎ YE   Serokê Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Ahmet Kaya jî anî ziman ku ev doz siyasî ye û wiha got: "Bi taybetî di 11'ê sibatê de siyazetmedar hatin girtin. Xwestin kongreya HDP'ê lawaz derbas bikin. Divê em piştevanî û yekîtiya xwe xurt bikin. Bi hevre têbikoşin.    Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) Keziban Konukçu,  anî ziman ku doz siyasî ye û wiha got: "E dozek keyfî û siyasî ye. Ji bilî xwe dixwazin siyasetê li her kesi qedexe bikin. Naxwazin gelê kurd bi têkoşîna li rojavayê tirkiye re bibe yek. Naxwazin HDK-HDP bibin yek. Divê em hemû gelên bindest ji nêzîk ve vê dozê bişopînin û piştgiriyê bidin dozê. x   Endamê Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Şahin Tumuklu jî anî ziman ku ji Pirsûsê heta niha AKP dixwaze Diktatoriya Qersê bêtir xurt u bi rêxistin bike. Tumuklu, anî ziman ku AKP û Dîktatoriya Qesrê dixwaze polîtîkayên yek tîp pêş bixe û xwest her kes di 19'ê Tîrmehê de li dijî vê ferasetê tev li danişînê bibin.