Şahidê Komkujiya Dersimê Zilm îro jî didome 2018-07-17 14:58:42   DERSIM – Şahidê Komkujiya Dersimê yê 110 salî Ahmet Fidan, diyar kir ku zilma wê demê îro jî li ser gel berdewam dike û wiha got: "Tişta ku îro pêk tê ez dê vebêjim. Hez dikin bila min bavêjin zindê ez dê dîsa rastiyan vebêjim."     Di salên 1937-38'an de li Dersimê komkujî pêk hatibû. Komkujî li ber çavê deh hezaran pêk hatibû. Yên wê rojê bûbûn şahidê komkujiyê hêj wekî îro zindî bûyer tê birha wan. Yek ji şahidê komkujiyê Ahmet Fîdan ê 110 salî ye. Ahmet Fîdan wê demê berpirsiyar bû ku welatiyan ji komkujiyê rizgar bike û welatiyan bibin herêmên ewle. Fidan ê 110 salî hewl dide ku bîranîn û hafizaya xwe bi derdorê re parve bike û her dem hafizaya komkujiyê zindî bihêle.    GUNDÊ XWE TERK NEKIR    Ahmet Fidan ê ji gundê Dereova yê Pilumoriya ye diyar kir ku wê demê li gelek gundan komkujî pêk hat û rast e rast bû şahidê vê yekê. Fidan, da zanîn ku wê demê zêde li çoltara Pilûmoriya zêde komkujî tune bû, gelek elewî koçî van gundan kirin û ew jî tevî elewiyên din hatin van gundan û li gundên Plumoriya bi cih bûn. Ahmet Fidan anî ziman ku wan axa xwe terk nekir û wiha got: "Ez li ser vê axê ji dayik bûm. Piştî komkujiyê jî min ev ax terk nekir û mam. Ez dê li ser vê axê jî bimirim. Piştî komkujiyê ez dîsa vegeriyam gundê xwe û min jiyana xwe li gundê xwe berdewam kir.    JI HER KESÎ RE KOMKUJIYÊ VEDIBÊJE    Ahmet Fidan, ku li gundê xwe mezin bû, çiqas kesên diçin wî ziyaret dikin, ji wan re rastiyê vedibêjie. Fidan, diyar kir ku tirsek gelek mezin li ser wan hatiye avakirin û wiha axivî: "Ez bêm girtin jî ez dê rastyê bêjim. Bi qasî tê bîra min ez dê vebêjim." Fidan ku dîsa qala rojên komkujiyê dikir gotin di qirika wî de dibû glok û di vegotinê de zahmetî dikişand. Her ku qala rojên 1938'an dikir hêsir diket çavên wî.    MIROV BI SAXÎ DIHATIN ŞEWITANDIN   Fidan, anî ziman ku di komkujiyê de gelek xizmên wî hatin kuştin û wê demê mirov bi saxî hatin şewitandin û wiha berdewam kir: "Li Gundê Ramazan tenê 90 kes hatin kuştin. Kesên hatin kuştin tev xizmên hev û merivê hev bûn. Kesên hatin kuştin cenazeyên wan hatin şewitandin. Jinên ducanî bi kêrê zikê wan hatin qelaştin. Dema komkujî hat kirin gelek zarok li pişta kal û pîra birin navenda komkirinê ya Plumoriyayê. Li navçeya Qisleyê bi qasî em dizanin nêzî hezar mirov hatin qetilkirin. Jinên ducanî zikê wan hatin qelaştin. Zarokên wan ji zikê wan derxistin. Ev cîhan ji bo zaliman bihişt ji bo mazluman jî dojeh e. Tişta ku wê demê pêk hat hêj didome. Em aştî û aramiyê dixwazin. Geşedanên ku nina pêk tên ji serdema komkujiya Dersimê ne cudatir e. "    MA / Semra Turan