TTB: Em li Onur Hamzaoglu xwedî derkevin 2018-07-17 14:02:56   ENQERE - TTB û ATO, ji bo beşdariya danişîna doza Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu ku roja pêncşemê bê dîtin banga tevlêbûnê kirin.    Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) û Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), ji bo beşdariya danişîna doza Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu ku roja pêncşemê 19'ê Tîrmehê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin civîna hevpar pêk anîn û banga tevlêbûna danişînê kirin. Li ser navê saziyan Serokê Konseya Rêveber a Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, daxuyani xwend. Adiyaman, anî ziman ku Hamzaoglu ji bo mirovahiyê têdikoşe û ji bo tenduristiya mirovahiyê û civakê têdikoşe. Adiyaman, da zanîn ku Hamzaoglu, dîsa ji bo perwerdehiya demokratîk û zanîngehek akademîk û demokratîk têdikoşe.  Adiyaman, anî ziman ku Hamzaoglu bi xebat û raporên xwe yên Dilovasi tê zanîn û naskirin. Hamzaoglu. bi vê raporê bal kişandiye ser pirsgirêkek mezin a derdorê. Hekîmê gel e û tenduristiya gel diparêze. Daxwaza atiyê berpirsiyariya hekîman a sereke ye. Em bang li her kesî dikin ku di 19'ê tîrmehê de li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tev li danişînê bibin û Hamzaoglu bi tenê nehêlin. Em bang li her kesî dikin ku li azadiya Hamzaoglu xwedî derkevin."