Rojnameger Oruç: Herî zêde min bêriya kameraya xwe kiribû 2018-07-17 12:14:15   ÊLIH – Nûçegihana DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Oruç a ku ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat berdan got: “Herî zêde min bêriya wênekêş û kameraya xwe kiribû.”   Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnemya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Şerîfe Oruç di 5’ê tîrmeha 2016’an de li gel Emrullah Oruç û Muzaffer Tunç di heman wesayitê de hat binçavkirin û girtin.    Di encama lêpirsînê de derbarê Oruç de bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” doz hat vekirin û li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê dihat darizandin. Oruç piştî du salan di danişîna şeşemîn a dozê de di 9’ê tîrmehê de hat berdan. Oruç ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa du salên xwe yên girtî kir.    ‘HER ZEXTÊ FERZ DIKIN’   Oruç bi bîr xist dema ew girtî bû ajansa lê dixebitî DÎHA hat girtin û li girtîgehên Êlih, Mêrdîn û Xarpêtê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de bi binpêkirina mafan re girtî ma.    Oruç diyar kir ku dema wê ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin rastî lêgerîna tazî û heqaretên mezin hat û tevî hemû zextan jî dema çû qawişê ruhê berxwedana azad a jinê dît û carek din dît piştevaniya jinê çiqas girîng e.    ‘MIN DI GIRTÎGEHÊ DE BINPÊKIRINA MAFAN KIR NÛÇE’    Oruç destnîşan kir ku bi ji ber ew rojnameger bû du sal girtî ma û wiha got: “Heke hûn rojnameger bin li derve û hundir heman zext li ser te hene. Dixwazin te asteng bikin ku tu heqîqetê venebêjî. Zextan li ser te dikin û te çavtirsandî dikin. Ji tiştên tu yê binivîsînî ditirsin. Lê tiştek ji bîra dikin nizanin ku em şagirtên çapemeniya azad in. Li gel hemû asetengî û zextan jî çi ji destê mirov tê dixwaze ji civakê re ragihîne. Min li girtîgehê tevî hemû astengî û zextan jî binpêkirina mafan ku jê re bûm şahid kir nûçe.”    ‘LI XARPÊTÊ BINPÊKIRINA OHAL’Ê ZÊDE DIQEWIME’    Oruç da zanîn ku ew herî zêde li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bûye şahidê binpêkirina mafê mirovan û wiha dewam kir: “Di nameyên behsa binpêkirina mafê mirovan de dihat kirin dest datanîn ser. Nûçeyek derbarê girtîgeha Xarpêtê de ditîtin, wê rojê rojname nedidan girtiyan. Piştî qeyûm tayînî ser rojnamey Ozgurlukçu Demokrasî kirin, êdî me rojname nedîtin. Di demên dawî de rojnameya Yenî Yaşam li gel me dixwest jî nedidan me. Di asta herî jor de li Girtîgeha Xarpêtê binpêkirina mafan pêk tê û ev binpêkirin didomin.”    'DI HER ODEYA JINAN DE KAMERA HEYE’    Oruç anî ziman ku di mehek dawî de 150 jinên girtî ji Tîpa T a Xarpêtê sewqî Tîpa R a di hundirê heman kapmûsê de çêkirine hatine kirin û di her odeya girtîgehê de bi kamerayan dişopînin û bi vî rêbazî jî jinan tacîz dikin. Oruç got binpêkirina li Tîpa R a ji Tîpa T bihuriye û di her odeyek jin lê dimînin de bi kamerayê tê şopandin.    'PÊDIVÎ BI RASTÎ NIVÎSANDINÊ HEYE’    Oruç diyar kir ku nivîsandin amûra gihandina heqîqetê ye û got: “Dema mirov di girtîgehê de ew tiştên diqewimin û tu wê rastiyê dibînî, bêtir tu dixwazî binivîsînî. Tu hin bêtir dikeve nava lêgerînê. Her dem pêdivî bi yên rastî binivîsînin heye. Cihê ku karê min lê nîvco maye, ez ê dewam bikim. Ez bi bawerim rojnamgerên din ên girtî jî deman derkevin dê heman tiştî bikin. Ez dixwazim ew jî demildest bên berdan. Bêguman di vê serdemê de herî zêde min bêriya wênekêş û kameraya xwe kiribû.”    MA / Metîn Yoksu